Di roja 62-emîn a êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezeyê
Medyayên filistînî vê sivê derbarê destdirêjiya hejmarek zêde ji eskerên siyonîst ser bajarê Tulkermê li rexê rojava û şerê çekdarî ya xortên filistînî li li himber wan aagahî dan.
Artêşa Rejîma Siyonîst herîkêm bi 30 wesayîtên leşkerî êrîşî bajarê Tulkermê li kêleka rojavaya çemê Urdinê kirin û kampa Nurşemsê dorpêç kirin.
Tê gotin ku dagirker li ber deriyê nexweşxaneya Sabit Tabit li vê navçeyê bi cih bûne û nahêlin amblonas alîkariya mexdûrên filistînî bikin.
Leşkerên siyonîst her wiha kampa Nûr Şems a li vî bajarî dorpêç kirin. Hinek rapor jî derbarê şer û pevçûnên di navbera têkoşerên filistînî û hêzên dagîrker li derdora vê kampê hatin weşandin. Tê gotin ku di encama van pevçûnan de hejmarek ji filistîniyan hatine girtin.Li derdora kampa Norşamsê dengên çendîn teqînan hatiy bihîstin û hêzên berxwedanê bi paketên teqînê trimbêlên dagirkeran dan ber êrişan.
Kanala El-Meyadînê jî derbarê êrişa xwefirên Rêjîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê agahî da. Balefirên rejîma siyonîst êrişî derûdora bajarokê Eyta el-Şeib kirin. Li gorî vê raporê, xwefirên dagirkeran bi du mûşekan derdora bajarokê Eyteron jî kirine armanc.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Omer Mehmûd Sadiq Ebûbekir, nûgîhayê 16 salî yê filistînî li bajarokê Yebodê li başûrê rojavayê Cenînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin.
Tabûrên Şehîd Îzeddîn El-Qessam jî ragihand ku Bêre SEb wek berteka li himber cinayetên li dijî xelkê sivîl li zîvala Xezeyê bombebaran kiriye.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di yekemîn daxuyaniya xwe de ragihand ku têkoşerên meqera leşkerî ya Roysat El-Qernê li zeviyên Şebayê yên dagirkirî yên Lubnanê bi mûşekênkontroldar kirine armanc.