Kanûn 02, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Di roja 57-emîn a operasyona Bahoza Eqsayê, hejmara şehîdên Xezeyê gihîşt 15 hezar û 207 kesî

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyêderbarê zêdebûna hejmara şehîdên êrişên siyonîstan ser Xezeyê agahî da û ragihand ku hejmara şehîdên êrişên hovane yên siyonîstan ser Xezeyê ji 15 hezar û 207 şehîdan derbas bûye.

Eşref El-Qedre berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê ragihand: Ji destpêka şerê dijî Xezeyê heta niha 15 hezar û 207 filistînî şehîd bûne. Hejmara birîndaran jî gihîştiye 40 hezar û 652 kesî.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê herwiha diyar kir: Ji destpêka şer heta niha 280 karmendên pizîşkî şehîd bûne. Wî bal kişande ser vê yekê ku  piraniya qurbaniyên êrişên Rejîma Siyonîst jin û zarok in û  got: Sedî 70 ji qurbaniyên şerê  Xezeyê jin û zarok in.Hevgav hin çavkaniyên artêşa Rejîma Siyonîst ragihandin ku êrişên berdewam ên 24 saetên derbasbûyî bona derbelêxistina  li binesaziyên Xezeyê bûye û qonaxa din êrişên siyonîstan ser Xezeyê dê bajarên Xan Yûnis û Refehê bigre ber xwe.

Ji aliyê din ve Komisyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Felestînê ragihand: Hejmara awareyên Xezeyê gehiştiye milyonek û 800 hezar kesî.

Wî got ku em ​​ji NY û hemû saziyên navneteweyî  daxwaza dikin ku erkên xwe ji bo rawestandina  jînosayda li Xezeyê bi cih bînin.Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî ragihand ku ji dema dubarekirina şer û pevçûnan û bidawîhatina agirbestê li roja Îniyê, 240 filistînî li êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê şehîd bûne û zêde ji 650 kes jî di  encama êrişên hewayî û topbaran qayiqên şer li ser deverên zîvala Xezeyê birîndar bûne.

Çavkaniya nûçeyan  jî derbarê êrişa mûşekî ya berxwedana Filistînê  serbajarokên siyonîstnişîn ên derdora  zîvala Xezeyê  wek berteka  li himber dubarekirina destdirêjiya ser vê zîvalê  agahî dan . 

Di êrişên mûşekî yên berxwedana Filistînê  ser bajaokên siyonîstnişîn, zengila xeterê li çend bajarokên derdora  zîvala Xezeyê ji wan bajarokên Magîn, Nîr Oz û Eyn Hebsûrê hatin lêxistin.Ehmed El- Kehlût ji rayedarên filistînî jî ragihand ku pirniya şehîd û birîndarên cinayetên nû yên Rejîma Siyonîst hê jî di bin kavilan de ne û artêşa siyonîst rê nade wan ku derbasî navçeyên bomberdûmankirî bibin.

 

Serepeyv