Mijdar 16, 2023 11:33 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana îtirazî ya siyonîstan ji bo azadkirina desteserkiriyan li Xezeyê

Bi hezaran kes ji niştecihên erdên dagirbûyî bi lidarxistina xwenîşandanekê li Til Avîvê, daxwaza azadkirina desteserkiriyên siyonîst li Zîvala Xezeyê kirin.

Malbatên desteserkiriyên siyonîst êvara Çarşemiyê li Til Avîvê xwenîşandaneke îtirazî berpa kirin. Neraziyên siyonîst li ser vê bawerê ne ku hikûmeta Îsraîlê ti karekî nake. Hemasê roja Duşemiyê ragihand, amade ye di berdêla agirbesa pêncrojî û azadkirina 275 jin û zarokên filistînî yên zîndanîyê Rejîma Siyonîst, 70 jin û zarokan azad bike. Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst roja Yekşemiyê di gotûbêja digel NBC News'ê da daxwaza azadkirina hemî desterserkiriyan di berdêla agirbesê da kir.

Di vî halî da Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê got: Azadkirina desteserkiriyan ji Xezeyê ji wan meseleyan e ku Qeter jê ra hewl dide. Wî her wiha got: Hewce ye em şehedê agirbeseke însandostane di derfeteke guncan da bin da ku bikarin desteserkiriyên li Xezeyê azad bikin. Serokkomarê Amerîkayê di vê axaftinê da ti amajeyek bi hêsîrên filisstînî li zîndanên Rejîma Siyonîst nekir.

Serepeyv