Mijdar 12, 2023 17:18 Asia/Tehran
  • Tekeziya li ser têkbirina dorpêça Xezeyê di daxuyaniya dawiyê ya civîna erebî-îslamî ya Riyazê da

Di daxuyaniya dawiyê ya komcivîna serokên welatên erebî û îslamî li Riyazê li ser pêwîstiya şikandina dorpêça li dijî Xezeyê û derbasbûna karwanên hilgira alîkariyên mirovdostane bi awayekî lezgîn tekezî hat kirin.

Komcivîna hevpar a Yekitîya Ereban û Konferansa Îslamî bi armanca vekolandina cinayetên Rejîma Siyonîstî li Xezeyê roja Şemiyê li Riyazê bi beşdariya serokên welatên îslamî û erebî hat lidarxxistin. Di daxuyaniya dawiyê ya vê civînê tevî şermezarkirina êrîşa rejîma dagirker li dijî Zîvala Xezeyê, cinayetên cengê û tevkujiyên hovane yên pêkhaatî, li ser pêwîstiya rakirina dorpêça dasepandî li ser Xezeyê û derbasbûna bilez  akarwwanên alîkariyên nîsandostane ku pêkhatî ji xwaremenî, derman û ardûyê bo Xezeyê ne, tekezî hatiye kirin.

Ev daxuyanî radigihîne: "Em ji Konseya Ewlehiyê dixwazin ku biryareke lezgîn ji bo şermezarkirina wêrankariya hovane ya nexweşxaneyan li Zîvala Xezeyê ji aliyê Îsraîlê va bide û hinardekirina çek û cebilxaneyan bo rayedarên dagirker were sekinandin". Daxuyaniya dawiyê ya komcivîna serokwelatên erebî û îslamî her wiha tekezî dike ku, cîbecîkirina derdora miliyonek û nîv filistîniyan ji bakurê Zîvala Xezeyê bo başûrê wê ku li gorî Konvansyona çarem a Jenevê di sala 1949an da û Pêveka wê di sala 1977an da cûreyeke cinayeta cengê tê hesibandin, tê şermezarkirin û her cûre hewldana ji bo cîbecîkirina mecbûrî ya kesane an komî, awarekirina neçarî an jî sirgûnkirin û koçandina neçarî ya gelê Filistînê çi li hundirê Zîvala Xezeyê an jî Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, ji wan Beytul-Muqedes an derveyî kewşena wê bo her cihekî din hêleke sor û cinayeta cengê ye.

Lehiya xwenîşandana alîgirên Filistînê li Brîtanya, Australya, Tûnis, Çad û Inglîzê

Seyid Hesen Nesrullah: Aliyê ku divê bêhêvî bibe, Rejîma Siyonîst e

31 şehîdd di êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê da

Serepeyv