Hamas: Nûçeya ragihandina agirbesê û vekirina derbasgeha Refahê derew e
Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li himber nûçeyên derbarê agirbesta çend sietî û vekirina derbasgeha Refehê bertek nîşan da û ew derew da zanîn.
Îzet El-Reşq,endamê nivîsgeha siyasî ya Hamasê ragihand: Tişta ku medya derbarê ragihandina agirbesê yan jî vekirina derbasgeha Refehê gotine, bêesas in.
El-Reşq tevî redkirina nûçeyên ku di medyayê de ji zarê çavkaniyên siyonîstan û çavkaniyên rojavayî derbarê agirbesa çend saetî yan jî vekirina derbasgeha Refehê hatine weşandin, ji medyayê xwest ku ji xeynî çavkaniyên fermî yên berxwedanê baweriya xwe li çavkaniyên din neynin.
Ji aliyek din ve Selame Merûf , Serokê nivîsgeha ragehandinê li Qezayê tekez kir: nûçeyên ku derbarê vekirina derbasgeha Refehê hatine belavkirin, derew in.
Hevgav hinek medyayên Rejîma Siyonîst jî derbarê bêtifaqiya Amerîka û Rejîma Îsraîlê agahiyan didin.
Derbasgeha Refehê rêya gihîştina başûrê Zîvala Qezeyê bo Misrê ye ku wek xeta Fîladêlfiyayê jî tê naskirin.Li Refehê tunelên jêrzemînî hene ku ji aliyê xelkê Zîvala Qezeyê ve bo hatin û çûyîbna bo Misrê hatien kolandin.
Hevgav wezareta navxwe Qezayê derbarê karesata mirovî û jîngehê ji ber hebûna termên zêdetir ji hezar şehîdan di bin kavilên xaniyên wêranbûyî de hişyarî da. Hişyariya Wezareta Karên Navxwe û Ewlehiya Qezeyê derbarê karesata mirovî û jîngehî li 10emîn roja êrişên Rejîma Siyonîst ser xelkê Qezeyê hate dayîn.
Wezareta Karên Navxwe ya Qezayê ragihand ku hejmara şehîdên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine tomarkirin hindî diçe zêde dibe û
Di halekî de ku 10 roj ser destpêkirina operesyona bahoza El-Eqsayê re derbas dibe û Rejîma Siyonîst li ber çavê têkoşerên berxwedanê tam lawaza bûye û hema dest bi bombebarankirina navçên xelknişîn nexweşxane û mizgevtên Qezayê dike ku di encamê de heta niha 2750 filistîniyên bêberevan şehîd bûne û 9700 kes jî birîndar bûne .Hejmara şehîdên rexê rojavaya çemê Urdinê jî gihişt 58 kesan.
Berdevkê UNRWAyê jî îro di derbarê rewşa Qezeyê hişyarî da.