Cotmeh 09, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Piştgiriya gel û kesayetên siyasî yên seranserê cîhanê ji operasyona Tofan El-Aqsayê berdewam e

Li sêyemîn roja operasiyona berxwedanê ya Filistînê nasiyar bi bahoza El-Eqsayê li dijî Rejîma Siyonîst,xelkê navçeyên cuda yên cîhanê bi lidarxistina mîtîng û meşan piştgiriya xwe ji vê operesyona berxwedanê ya wêrekane ya Filistînê ragihandin.

Li Tirkiyê, xelkê vî welatî ji roja şemiyê ve piştî bihîstina nûçeya êrişa serkevtî ya berxwedana filistîniyan ser Rêjîma Siyonîst bi kelecan bûne û bi lidarxistina mîtîngan, piştevaniya xwe ji gel û berxwedana Filistînê û armanca wan ragihandine.

Hevgav Ehmet Davutoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyê bi piştgiriya  ji grûpa berxwedanê ya Hemasê û operasyona bahoza El-Eqsayê got: Bifikirin ku leşkerên siyonîst bi kûçikan derbasî Mizgevta  Eqsayê dibin binêrin gelê Filistînê û misilman dê çi hestek hebin?"

Her wiha Temel Karameloglu serokê Partiya Saadet a Tirkiyê piştevaniya xwe ji operasyona bahoza El-Eqsayê ragihand û got: Îsraîl mezintirîn metirsiya  li himber aştiya navçe û cîhanê ye.

Raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî piştgiriya xwe ji berxwedana Filistînê  ragihandin.

Serokê koma dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr derbarê ragihandina operasyona "bahoza El-Eqsayê" ya tevgera Hemasê li dijî hêzên Îsraîlê got: Demek dirêj e ku ji ber cinayetên hêzên siyonîst, sebir û aramiya parêzvanên Filistînê  ji kuştin, şewitandin, wêrankirin û koçberkirina gelê Filistînê bi dawî bûye , ji ber vê jî dema bertekên wiha hatiye 

Di demekê de ku dewleta Iraqê pêştir piştgiriya xwe ya eşkere ji operasyona bahoza El-Eqsayê ragihandibû, îro rêberê Tevgera Sedr a Iraqê daxwaza lidarxistina xwenîşandaneke milyonî li Bexdayê li roja Îniyê û şewitandina ala Rejîma Siyonîst kir.

Xelkê Amerîkayê jî li bajarên curbicur ên vî welatî daketin kolanan û  piştgirî dan mafên gelê Filistînê û her wiha alîgirên gelê Filistînê li ber Koşka Spî kom bûn û tekezî li ser bidestanîna mafên wan kirin. .

35 Komeleyên  Xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Harvardê îro daxuyaniyeke çapemeniyê îmze kirin ku  tê de Îsraîl sûcdar kir û ev rejîm weke sedema tundûtûjiya berdewam li dijî gelê Filistînê destnîşan kir.

Her wiha piştî berteka civaka navneteweyî li hember zêdebûna nakokiyan di navbera Filistîn û Rejîma Siyonîst de, bi sedan kes li bajarê Barselona yê Spanyayê kom bûn û berevanî ji mafên filistîniyan kirin.

Li gor daxuyaniya polîsê bajarê Barselonayê, nêzîkî 400 kes li vî bajarê paytexta eyaleta Katalonyayê bi rêxistina civaka Felestînî ya Katalonyayê civiyan.

Operasyona bahoza Eqsayê wek berteka li hember êrişên rojane yên siyonîstan ser Mescîda Eqsayê û êrişa berdewam a Rejîma Siyonîst ser mafên gelê Filistînê destpê bûye.

Serepeyv