May 14, 2023 15:55 Asia/Tehran
  • Rapor - Kombûnên dije-siyonîstî li welatên cûrbicûr bi boneya Roja Nekbetê hatin lidarxistin

Hevdem digel hatina Roja Nekbetê (salroja damezirandina Rejîma Siyonîst) alîgirên Filistînê li bajarên London, Parîs, Rom, Kêyp Tawn, Beyrût û Rebatê xwenîşandan bi rê xistin û dirûşme li dijî vê rejîmê bilind kirin.

Roja 15ê Gulana 1948an ji bo filistîniyan Roja Nekbetê û sembola koçandina filsitîniyan bi darê zorê ji aliyê siyonîstan va ye. Îsal di rewşekê da temenê Rejîma Siyonîst digihêje 75 salan ku siyonîst hema wisa cinayeta dijî filistîniyan didomînin û zarokan dikujin.

Şehîdbûna çar zarokên filistînî di êrîşa çend roj berê ya Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê da, babeta herî nû ya vê cinayetê ye. Alîgirên Filistînê li Brîtanya, Fransa, Îtalya, Libnan, Afrîqaya Başûr û Mexribê berêvara Şemiyê bi boneya Roja Nekbetê li paytextên van welatan meş û xwenîşandan li dar xistin û dengê nefreta xwe ji rejîma sexte ya siyonîst bilind kirin.

Alîgirên Filistînê li Londonê bi rakirina alayên Filistînê û wêneyên şehîdên êrîşa pêncrojî ya Rejîm,a Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê, xwenîşandan bi rê xistin.

Alîgirên Filsitînê li xwenîşandana Ropja Nekbetê li kolanên Londonê, dirûşmeyên "Dagirkerî bes e", "Bila Filistîn were rizgarkirin" û "Dawî li Apartaydê bînin" bilind kirin û nerazîtiya xwe li hemberî siyaseta medyayî ya Kanala BBC'yê diyar kirin.

Kuştina filistîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst va di rewşekê da hema wisa didome ku siyasetên Rejîma Siyonîst, kuştina filistîniyan, dewama dagirkirina erdên wan û kuştina zarokên bberevan bûye sebeb ku niha raya giştî ya gelek welatan bikevin bin bandora vê rewşê û gelek saziyên sivîl bi anîna zextê li ser hikûmetan daxwaza piştgirînekirina ji Rejîma Siyonîst bikin.

Tevgera Boykotê û lidarxistina kombûnên ji bo piştevaniya ji filsitîniyan û dijayetiya digel asayîkirina peywendiyan hin welatên erebî digel Îsraîlê, beşek ji van ijn.

Hejmareke saziyên alîgirên mafên mirovan, azadîxwaz, dijberên şerr û siyonîzmê û alîgirên aştiyê li Brîtanyayê, ji wan "Hevpeymaniya Hevgirtina digel Filistînê", "Hevpeymaniya Şêrr Rawestînin" û "Lijneya Filistîniyan li Brîtanyayê" beşdarî rêîûrisma Roja Nekbetê li Londonê bûn.

Her wiha di dewama rêûrisma Roja Nekbetê li Kêyp Tawnê xortan helbest xwendin û dîmenek ji jiyana di bin dagirkeriyê ya gelê Filistînê kişandin ku tê da zarokên ku tenê li nav kolanan dilîzin, dikevin ber êrîşên Rejîma Îsraîlê.

Di dewama piştevaniyên gelanî li gelê bindest ê Filsitînê da, frasî û mexribî jî duh bi awayekî berfireh çûn nav kolanên Parîs û Rebatê û xwenîşandan bi rê xistin.

Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya herî nû da Zîvala Xezeyê daye ber êrîşên gelekî giran û bi dehan filistîniyên din şehîd kirine.

Serepeyv