Nîsan 14, 2023 16:47 Asia/Tehran
  •  Şirove | Roja Cîhanî ya Qudsê; roja hişyarîya Cîhana Îslamê

Îro 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

Piştî ku dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Cîhaîn ya Qudsê hat binavkirin, gelên misilman bi çavê pêwîstîyekê li meseleya Filistînê di çarçova piştgirîya ji gelên zilimlêkirî mêze dikin.

Meseleya Filistînê girîngtirîn meseleya Cîhana Îslamê ye û nabe ti demekê were jibîrkirin; ser vî esasî Komara Îslamî ya Îranê wek serkêşê piştgirîya ji gelên zilimlêkirî yên cîhanê hela jî piştgirîya ji gelê zilimlêkirî yê Filistînê meseleya xwe ya sereke dizane û pêgirîyê ser mafê kivşkirina çarenûsê bi destê filistînîyan xwe û xwedîyên sereke yên vî warî dike.

Ezmûna di encama zêde ji 70 sal zilma dîrokî da nîşan dide ku dagirkerên Qudsê qet mafên mezlûman nadin û tenha rêya bidawîhanîna vê rewşê, domandina berxwedan û têkoşînê û vîna cîhanî ji bo neçarkirina dagirkeran ji bo teslîmbûna himberî mafên navneteweyî û peyrevîya ji xala kivşkirina çarenûsê bi destê gelê Filistînê xwe ye.

Lewma Roja Cîhanî ya Qudsê, ne tenê pêngavek di warê şermezarkirina vê dagirkerîyê da belkî nîşaneya hişyarîya ummeta islamê himberî komployên zorbêjan û di serê wan da yên Amerîka, Israyîl û hevpeymanên wan li herêmê ye.

Li Îranê û welatên din ên îslamî her sal bi kombûn û meşan rêz li dawîn roja meha bibmarek a Remezanê datê girtin.

 

Serepeyv