Çile 29, 2023 15:01 Asia/Tehran
  • Rapor | Xwenîşanana berfire dijî Netanyahû li Til Avîv û Heyfayê

Rûniştiyên Erdên Dagirbûyî, ev çend Şemî ne ku li dû hev li Til Avîv û hejmareke din ji bajarên Erdên Dagirbûyî dijî Serokwezîrê Rejîma Siyonîst xwenîşandanan li dar dixin.

Şemiyên erdên dagirbûyî veguherîne rojên reş bo Binyamîn Netanyahû. Bi sedan hezar ji bajaroknişînên siyonîst bona protestokirina tundrêtî, kiryarên neqanûnî û cirîd û tevgerên kabîneya tundrê ya rastgirên Îsraîlê derdikevin kolan û çarsiyan û heta serixûnkirina Partiya Lîkûdê û hevpeymanên wê, dixwezin ku nerazîbûnên xwe bidomînin.

 Rûniştiyên Erdên Dagirbûyî, roja Şemiyê careke din li Til Avîv û Heyfayê kom bûn û dijî Netanyahû xwenîşandan li dar xistin.

Medyayên Îsraîlê texmîn kirine hejmara xwenîşanderan bi dehan hezar kes be.

 Plana reforma sîstima Dadweriyê ku ji aliyê Wezîrê Dadweriyê yê Kabîneya Netanyahû ve hat raberkirin, hegera sereke ya xwenîşandanan e.

 Kesên dijber ser vê bawerê ne ku Netanyahû ku ji çend salan berî niha va bi tawana gendelî, standina rişwet û bertîlê û xeyaneta li emanetê ji hêla Teşkîlata Dadweriyê ve tê mehkemekirin, dixweze bi reformên dadweriyê û bi lawazkirina Teşkîlata Dadweriyê, mehkemekirina xwe îbtal bike.

Ji hêla din ve, civîna kabîneya ewlehiyê ya Rejîma Siyonîst bona hilkolandina rewşa ewlehiyê piştî operasyona şehadetxwaziyê ya êvara Îniyê li Qudsa Dagirbûyî hat lidarxistin.

Li gor vê raporê, ev civîna bi berçavgirtina kiryarên nijadperestane û cinayetkarane bo boykotên zêdetir dijî sebebkarên Operasyona Berxwedanê û malbata wan, her wiha hêsankirina bidestxistina çekên gerim ji aliyê bajaroknişînên siyonîst va bi dawî hat.

 Medyayên siyonîstan ragihandibûn Netanyahû di civîna kabîneya ewlehiyê de bona rawestana li ber operasyona filistîniyan li Qudsê, yê hin karan bo hilkolandin û pejirandinê raber bike.

 Pejirandina qanûna koçebrkirina malbatên rêveberên Operasyonê û kavilkirina demlidest a malên wan û hêsandkirina dayîna îzna hilgirtina çekan bo bajaroknişînên siyonîst ji wan kiryaran bûne.

 

Serepeyv