Çile 27, 2023 18:59 Asia/Tehran
  • Rapor | Cinayeta Rejîma Siyonîst li Kampa Cênînê hema wisa tê şermezarkirin

Êrişa dagirkirên siyonîst ser Kampa Cênînê ku di encamê de 10 filistînî şehîd bûn û 20 kesên din jî birîndar bûn, ji aliyê welatên navçeyî û navneteweyî va hat şermezarkirin.

Yekitiya Ereban, destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Kampa Cênînê û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û hişyarî da kiryarên bi vî rengî yê bibin sedema rewşa Rexê Rojavayê Çemê Urdinê pir aloz bibe.

 Ehmed Ebû El-Qeyz, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban di daxûyaniyekê de bang li civaka navneteweyî kir bila piştgiriya gelê Filistînê bikin û teqez kir, sersariya li hember bûyerên li erdên dagirbûyî, handana dagirkiran bo cinayetên zêdetir dijî filistîniyan li kabîneya Rejîma Siyonîst e.

Felah Mubarek El-Hecref, Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Welatên Kendava Farsê jî dewama êrişên Rejîma Siyonîstî ser bajarên Filistîna dagirbûyî û destdirêjiya wan a berdewam bi taybet êrişa ser bajarê Cênînê şermezar kir û ser helwêsta neguher a vê saziya navneteweyî bona piştgiriya ji meseleya Filistînê teqez kir û xwest ku bila civaka navdewletî demlidest pêşiya vê cinayetgeriya berdewam derheq gelê Filistînê bigire.

 Wezareta karên Derve ya Qeterê jî bi daxûyaniyekê cizanekirina dagirkeran ji ber destdirêjiya ser gelê Filistînê hokarek bo handana wan bo cinayetên zêdetir derheq vî gelî da zanîn û ser helêwsta neguher a vî welatî bona piştgiriya ji meseleya Filistînê û mafên rewa yên xelkê vî  welatî bi taybet avakirina welatê Filistînê bi paytextiya Qudsa Şerîf teqez kir.

 Hisên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî wek berteka li hember êrişa eskerên siyonîst ser Kampa Cênînê di twîterê de nivîsî: “Ji bo êrişa hovane û tevkujiya li Kampa Cênînê ji aliyê Rejîma Siyonîst va, pêwîst e Civaka Navneteweyî û welatên Îslamî demlidest li hember cinayetkaran rawestin.”

 Kabîneya nûavabûyî ya Binyamîn Nêtanyahû kabîneya herî tundrê ya 75 salî ya Rejîma Siyonîst e ku hinek wezîrên wê ji wan Wezîrê Ewlehiya Navxweyî, eşkere reftarên nijadaperestane, terorîst û tund û tûjane dikin.

 Mewlûd Çawûşoglû, Wezîrê karên Derve ya Tirkiyê jî bang li kabîneya Rejîma Siyonîst kir ku van êrişana bi dawî bînin û ragihand: “Em dilnigeranê nakokî û xisaretên canî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ne û êrişên bi vî rengî ku di encamê de xelkê sivîl tên kuştin, bi rundî şermezar dikin.”

 Berteka Tirkiyê li hember êrişên eskerên Rejîma Siyonîst ser kampa Cênînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê di halekî de ye ku Enqereyê peywendiyên baş bi vê rejîmê re heye, lê di rû da hertim cinayetên Siyonîstan dijî filistîniyan şermezar dike.”Roja Pêncşemyê eskerên Rejîama Siyonîst bi mudaxileya rasterast a SHABAK’ê êrişî ser Kampa Cênînê kirin ku rastî berxwedana têkoşerên filistînî hatin.

Di encama  ê cinayetê de 10 filsitînî şehîd û 20 kesên din jî birîndar bûn.

 

 

Serepeyv