Çile 24, 2023 19:40 Asia/Tehran
  •  Rapor; Tekezîya rayedarên Îranê ser berevanîya ji serwerî û berjewendîyên welêt

Di halekî da ku dijminên gelê Îranê bi emrazên curbicur ên sîyasî û medyayî hewil didin ku destwerdanê di karên navxweyî yên welêt da bikin, rayedarên sîyasî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê tekezîyê ser berevanî û parastina serwerî û berjewendîyên welêt dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê pabendî erka xwe ya parastina aştî û ewlehîya mayinde ya herêmî û cîhanî ye û got: “Îranê di parastina serwerî, berjewendî û yekperçetîya axa xwe ti şikek nedaye xwe û nade jî.”

Emîr-Ebdullahîyan di Konfransa Şeşan a Dîroka Peywendîyên Derve da herwiha got: “Vê demê ji bo kêmkirina gêre û minaqişeyan, vegera ser muzakireyên rêzdarane û pêngavên dîplomatîk ji bo istiqrar û aramîyê pêwîst in.”

Wî tekez kir: “Komara Îslamî ya Îranê şîyanên berfire hene ku her zilhêzek wan berçav negire, dê berdêla dagirkerîya li herêmê giran û zêde bibe.”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Edmîral Şehram Îranî jî duh li Mêhrigana Zanist û Lêkolînê ya Hêza Deyayî ya Artêşê got: “Parastina sînorên deryayî yên welêt wek erka me ya herî pêşî ye, lê berjewendîyên neteweyî yên welêt li her ku bin, em jî li wir in û em wek Hêza Deryayî ya Artêşê roja îro li perravan digerin û vê erkê bi awayekî baş bi cih tînin.”

Edmîral Îranî amajeyî girîngatîya iqtidara welêt di warên curbicur da kir û got: “Iqtidara Komara Îslamî ya Îranê nika ser bingeha zanistê ye û roja îro me karîye iqtidara xwe bi saya vê zanistê li oqyanûsan ray bidin.”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: “Pêngavrakirina Hêza Deryayî ya Artêşê ber bi sûdwergirtina ji zanistê û xwedarêştina ser bingeha zanistê alîkarîyê dide me ku di warên curbicur da dahênerî hebe”.Wî herwiha got: “Me dil heye roja îro vê iqtidarê di warê jeopoltîk da li hemî sînorên xwe yên deryayî nîşan bidin.”

 

 

Serepeyv