Şirove | Îrewanî: Kiryarên Amerîkayê dijî Îranê Rêziknameya NY’yê binpê dikin
Balyoz û Wekîlê Îranê li NY’yê got: “Kiryarên yekalî û neqanûnî yên Amerîkayê dijî welatên serbixwe yên endamê NY’yê ji wan wekî Komara Îslamî ya Îranê, lawazkirina serwerîya qanûnê û Rêziknameya NY’yê ne.”
Balyoz û Wekîlê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna Konseya Emnî ya NY’yê da ku şeva buhurî ser navê “Berbelavkirin û jordabirina serwerîya qanûnê di parastina aştî û ewlehîya navnetewî da” hat lidarxistin, got: “Kiryarên yekalî û neqanûnî yên Amerîkayê dijî welatên serbixwe yên endamê NY’yê ji wan wekî Komara Îslamî ya Îranê, lawazkirina serwerîya qanûnê û Rêziknameya NY’yê ne.”
Balyoz û Wekîlê Îranê li NY’yê Emîr-Seîd Îrewanî herwiha got: “Hin welatên endamê NY’yê nemaze Amerîka desthilat û şîyana NY û vê rêxistinê bi awayekî berdewam bi şiklekî narewa û wek darê destan ji bo zordayîna ser dewletên serbixwe û ji bo armancên xwe yên sîyasî û neqanûnî û kiryarên yekalî bi kar tînin.”
Meseleya yekalîkarîyê ku Amerîka vê gavê sembola wê ye, hertim ji hêla welatên neyar û rexnekerê sîyaset û kiryarên Amerîkayê va hatîye rexnekirin.
Yekalîkarî gefeke ciddî himberî serwerîya qanûnê û Rêziknameya NY’yê ye û herwiha rê li ber hevkarîya navnetewî, aştî û ewlehîyê digire.
Herçend ku boykotên Amerîkayê bi hecetên curbicur ên sîyasî, ticarî, emnî û heta mafên merivan ser welatên din nemaze ser welatên reqîb an dijminê wî welatî da tên sepandin, lê berjewendîyên Waşîngtonê hegera sereke ya domandina vê sîyasetê ne.
Amerîkayê di 40 salên vê dawîyê da sîyaset û kiryarên yekalî yên herî zêde bi şiklên curbicur ji wan sepandina boykotên herî berfire, gefên leşkerî, hewlên sîyasî û dîplomatîk û şerê rewanî dijî Komara Îslamî ya Îranê meşandine.
Sîyaset û kiryarên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê ti encamek tinebûne, lê Waşîngton hela jî pêkutîyê ser domandina vê sîyaseta neqanûnî û berovajî Rêziknameya NY’yê himberî Tehranê dike û di dewra serokkomartîya Biden da şerê hevdudanî dijî Komara Îslamî ya Îranê bi hecetên curbicur tund kirîye.