Çile 12, 2023 18:53 Asia/Tehran
  • Dewama qeyranê li Erdên Dagirbûyî; xwenîşandaneke din dijî Netanyahû hat lidarxistin

Bi dehan hezar ji bajaroknişînên sîyonîst careka din ji bo nîşandayîna dijberîya xwe hibmerî kabîneya rastigr û tundrê ya Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst daketin kolanan û bi durişmên dijî Netanyahû û kabîneya wî nerazîbûna xwe nîşan dan.

Malpera Wi Net a sîyonîstan ragihand: “Bi dehan hezar kes ji niştecihên Til Avîv, Quds û Heyfayê ber bi çiqa Dadgeha Bilind a Rejîma Sîyonîst û mala Netanyahû ya li Til Avîvê va meşîyan û nerazîbûna xwe nîşan dan.”

Nerzîyan bi durişman nerazîbûna xwe himberî kabîneya tundrê ya Netanyahû û biryar û sîyasetên wê nemaze guhertina sîstema dadwerîyê ya vê rejîmê nîşan dan.

Di rojên Şemî û Yekşemiyê yên vê hefteyê jî bi hezaran sîyonîst li Til Avîvê daketin kolanan û nerazîbûna xwe himberî Netanyahû û kabîneya wî ya tundrê nîşan dan.

Hevgavê tundbûna nerazîbûnên himberî kabîneya tundrê ya Netanyahû li deverên di bin kontrola Israyîlê da, Wezîrê Ewlehîya Navxwe yê Rejîma Sîyonîst Itamar Ben-Gvir careka din pêgirî kir ku dê bikeve hewşên Mizgefta Eqsayê û bêrêzîyê li vê mizgeftê bike.

Ben-Gvir hişyarî da ku armanca wî li amadebûna li Mizgefta Eqsayê ew e ku biselimîne qet ji gefên HAMAS’ê natirse.

HAMASê di meha Çilleyê di hefteya yekan a karê xwe digel komeke sîyonîst bi piştgirîya leşkerên vê rejîmê di çarçova kiryareke handêr da ket Mizgefta Eqsayê.

Ram Bin Barak endamê Knêssêtê (parlimana Rejîma Sîyonîst) wek berteka li himber bêrêzîya Wezîrê Ewlehîya Navxwe yê vê rejîmê ya himberî Mizgefta Eqsayê pêgirî kir ku Ben-Gvir ji tirsa HAMAS’ê wek dizê şevê derbasî Mizgefta Eqsayê bû.

Ji hêla din va, dezgeheke sîyonîstan ragihand ku hejarî li Israyîlê zêde bûye û nêzî 2 milyon sîyonîst di bin xeta hejarîyê da dijîn.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê jî ragihand ku filistînîyek di encama êrişa sîyonîstan da li bakurê Qudsa dagirbûyî hat şehîdkirin.

Leşkerên sîyonîst vê sibê Semîr Eslan welatîyê fiilstînî dema berevanîya ji kurê xwe, li Kempa Qelendîyayê dan ber gulleyê û şehîd kirin.

 

 

Serepeyv