Kanûn 24, 2022 18:20 Asia/Tehran
  • Rapor - Welatên rojavayî hewl didin PRESSTV’yê bêdeng bikin

Şirketa Setlaytan a Eutelsat’ê çend hefteyan piştî sepandina boykotên YE’yê ser PRESSTV’yê da, ragihand ku weşana vê şebekeya Îranê ya bi zimanê ingilîsî rawestand.

PRESSTV, Şebekeya ingilîsî ya Îranê ku ji sala 2007an va wek şebekeyeke nûçeyan karê xwe dest pê kirîye û ji wê demê va hewil daye ku dengê bêdengan li cîhanê be.

Vê dawîyê YE’yê ragihand ku di çarçova boykotên nû yên dijî Îranê da li rex hejmarek sazî û dezgeh û welatîyên îranî, şebekeya PRESSTV’yê bi hegera idiaya binpêkirina mafan bi dû alozîyên li Îranê boykot dike û ser vî esasî Şirketa Setlaytan a Eutelsat a Fransayê jî ragihand ku weşana vê şebekeya Îranê ya bi zimanê ingilîsî rawestand.

Çavdêr û şiroveker kiryarên şirketên mêdyayî yên ewropî dijî şebekeya nûçeyan a PRESSTV’yê di çarçova hewla ji bo bêdengkirina vê şebekeya nûçeyan a serbixwe dizanin ku di salên vê dawîyê da hewil daye bala xwe bide ser wan mijar û meseleyan ku mêdyayên rojavayî enqest çavên xwe ser wan da girêdidin.

PRSSSTV’yê li herêmê bala xwe dida ser wan alûgurana ku mêdyayên welatên rojavayî wan berçav nagirin, wek mînak rewşa mirovî li welatê Yemenê yê şerlêketî yan jî rewşa qeyranî ya mirovî li Efxanistanê.

Lê ev karê welatên rojavayî binpêkirina aşkira ya mafê azadîya raderbirrînê ye.

Steppling nivîskar û şirovekerê rojavayî wek berteka hibmerî kiryarên welatên rojavayî dijî PRESSTV’yê got:

 Eva beşeke pêla berfire ya sansorê ye ku li seranserî înternetê diqewime. Pletformên li welatên rojavayî sansorê berfire dikin û ev babeta ku “azadîya raderbirrînê di her rewşekê da bitalûke ye”  idî dibe babeteke asayî. Hûn vê yekê dema li înternetê bi dû tiştekê digerin û têkildarî mêdyayên nûçeyan ên alternatîv dibînin û malperên weke PRESSTV’yê bê guman di rêza pêşîn a êrişa wan piletformana da ne.

 Çavdêr û şiroveker ser vê bawerê ne ku armanc ji sepandina boykotên welatên rojavayî ser PRESSTV’yê da, jinavbirina azadîya raderbirrînê û girtina pêşîya wan nêrînan e ku ti wexta li mêdyayên rojavayî nayên hilêxistin.

Serepeyv