Kanûn 11, 2022 19:50 Asia/Tehran
  • Kupa Cîhanî ya Qeterê; Meydanek ji bo hevgirtina tev gelê Filistînê yê bindest

Kupa Cîhanî ya Qeterê bûye meydanek ji bo hevgirtina tev gelê Filistînê yê bindest.

 Di halekî de ku em li rojên dawiya Kupa Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an li Qeterê nêzîk dibin, pêla piştgiriya misilmanên navçeyê û heta gelê welatên cîhanê ji gelê Filistînê di heyama lidarxistina pêşbirkan roj bi rojê zêdetir û berfirehtir dibe.

Hejmareke zêde ji temaşevanên tîma neteweyî ya Mexribê (Fas) berêvara Şemiyê beriya destpêbûna pêşbirka vê tîmê bi tîma neteweyî ya Portegalê re bi alaya Filistînê li derdora werzişgehê hazir bûn û careke din piştgiriya xwe ji gelê Filistînê nîşan dan.

 Alîgirên tîma neteweyî ya fûtboal Mexribê piştî serketina vê tîmê li hember Porteqalê li derdora werzişgehê dest bi cejn û şahiyê kirin û bi bilindkirina alaya Filistînî careke din teqez kirin ku wan meseleya Filistînê ji bîr nekiriye. Qêrîna "Filistîn Filistîn"ê ya alîgirên Mexribê Şemiyê bi şev li bajarê Dûhayê bilind bû.

 Di pêşberka Duşemiyê şevê ya Kupa Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an li Qeterê de ku di navbera Krowasî û Japonyayê hat lidarxistin jî, hejmarek ji temaşevanan alaya Filistînê bilind kir.

 Ebdulletîf El-Qanû, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, HAMAS'ê ragihand ku eva ku meseleya Filistînê di germegerma pêşbirkên Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an de cih girtiye, teqez dike ku ev meseleya ji bo Umeta Îslamî mijareke giring û bingehîn e û di dilê bi milyonan azadîxwazên cîhanê de cihê xwe heye.

 Di torên civakî de hin peyam hatine weşandin ku tê de berteka gel li hember medyayên siyonîstî li Qeterê hatiye nîşandan. Weke mînak dema hin kes pê dihesin ku nûçegîhan ser bi medyayên siyonîstî ye, demlidest xwe jê dûr dikin an bi dengekî bilind diqîrin ''Bijî Filistîn''.

 Di vê dewra pêşbirkan de tevî hewildana medyayên Rejîma Siyonîst, nûçegîanên Îsraîlê li Qeterê bi caran hatine boykotkirin û kesê nexwestiye bi wan re hevpeyvînê pêk bîne; mijara ku nîşana ragihandina kîn û nerfreta ji Rejîma Siyonîst û helbet piştgiriya ji gelê Filistînê yê bindest e.

 

Serepeyv