Kanûn 07, 2022 19:48 Asia/Tehran
  • Rapor - PRESSTV: Em ê hema wisa bibin dengê bêdengan

Şebekeya PRESSTV'yê di daxûyanîyekê da tevî şermezarkirina hişyarkirina vê şebekeyê bi rawestandina weşana wê ji hêla setlayta EutelSat'ê va, ragihand: PRESSTV yê dîsan dengê bêdengan be û vê qonaxê jî veguherîne defeteke nû ji bo çalakîyên xwe.

Şebekeya PRESSTV ya Îranê îro di daxûyanîyekê da ragihand: Kiryara bikîn a rêvebirên EutelSat'ê û di destpêkê da ya YE'yê, yek ji helboqeyên wan zincîre-kiryaran e ku ji bo vemirandina tenha dengê gelê Îranê di nav medyayên bi zimanê ingilîsî da bi cih hatiye.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Girêdana hesab û rûpel û heta malpera Şebekeya PRESSTV'yê li şebekeyên civakî ji Twîterê bigire heta Facebook û Înstagram û Youtube'ê ji hêla Wezareta Dadwerîya Amerîkayê va û herwiha boykotkirina karmend û rêvebirên vê şebekeyê ji hêla Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê û YE'yê va beşeke dosîya terorîsma medyayî ye.

PRESSTV di dewama vê daxûyanîyê da amajeyî mazûvanîya Ewrûpayê bo gellek şebekeyên dijberê Komara Îslamî ya Îranê dike û radigihîne ku Ewrûpa li hemberî pêla belavkirina nefret, birêxistina bêtifaqîyê, belavkirna nûçeyên derew û teorîzekirina şîdetê û kuştina hovane ya neyaran ji hêla ajawegêran va li Îranê bêdeng dimîne û rêkxistina medyayî ya fêrkirin, handana wan bo têkdan û ajawegêrîyê li kolanên şarên Îranê bi merema xistina ber xeterê ya ewlehîya hemwelatîyên îranî, handana komên cidatîxwaz û piştgirîya zîrekane ji terorîstên bîyanî berçav nagire û wan azadîya axavtin û raderbirrînê bi nav dike.

PRESSTV di dewama daxûyanîyê da radigihîne ku durûtîya YE'yê hemberî azadîya raderbirrînê nemaze derheq meseleyên mafên merivan ku hela jî mohra koledarî, talankerî û cinayetên derheq mafên merivan li welatên afrîqî û asyayî li enîyê ye, êdî veguherîye babeteke asayî.

Serokê Beşa Dervesînor a Rêxistina Radyo û Televîzyonên Îranê jî wek berteka hemberî qutkirina weşana PRESSTV'yê li setlayta EutelSat'ê ragihand ku ew hewil didin bernamên vê şebekeyê bi awayên berxet ango online li Ewrûpayê bên weşandin.

Ehmed Norûzî di vî warî da got: Eva ne cara yekê ye ku medyayên vê beşa rêxistina radyo û televîzyonên Îranê tên bisînorkirin.

Wî got ku nika weşana PRESSTV'yê ji rêya setlaytên din didome û li Ewrûpayê jî bijareya me weşana berxet e.

Piştî ku YE'yê di 14ê Mijdarê da bi pêngaveke aşkira ya dijî Îranê da, Şebekeya PRESSTV'yê wek şebekeya ingilîsî ya Îranê boykot kir, şirketa setlaytê ya EutelSat'a Firansayê jî peyama hişarkirinê têkildarî qutkirina weşanê bo vê şebekeyê şand.

 

Serepeyv