Çile 08, 2021 18:47 Asia/Tehran
  • Rapora nûçeyan - Dengvedana gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di medyayên navneteweyî da

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salvegera serhildana 19ê Dêya 1356an a gelê Qumê dengvedaneke berfireh di medyayên derveyî da pêk anî.

France Pressê ji zarê axaftina televîziyonî ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsî ku Îranê tu lezek jibo vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî tune.

Vê ajansa dewletî nivîsî: Ayetullah Xamineyî got ku mijar, "vegrriyan an venegeriyana Amerîkayê nîne", mijar rabûna boykotên yekalî yên wê ye.

Reutersê jî beşeke gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî destnîşan kir û nivîsî: Hezretê ayetullah Xamineyî roja Îniyê dewleta Îranê ji kirrîna waksena Koronayê ji Amerîka û Inglîsê qedexe kir.

Medyaya rûsî ya Sputnikê jî weke Reutersê ragihandina qedexebûna kirrîna waksenên inglîsî û amerîkî hilêxist û nivîsî: Têhran di dema niha da di halê çêkirina waksena navxweyî ya Kovîd-19ê ye.

Euro Newsê jî bal kişande gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ku derbarê Waksena Koronayê û qedexetiya kirrîna waksenên Inglîsî û amerîkî bû.

Associated Pressê jî dema ragihandimnan gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî baêl kişande ser fermana wî derbarê qedexekirina kirrîna waksena Koronayê û ji zarê wî nivîsî: Min bi rastî baweriya xwe bi wan (Amerîka û Inglîs) tuneye; Carinan dixwazin waksenê li ser miletên din biceribînin.

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dengvedaneke mezin di medyayên erebî jî hebû.

Kanalên Meyadîn û El Cezîreya Qeterê demek dirêj bernameyên xwe qut kirin û rasterat gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî belav kirin.

Rojnameya Erebî El-Şerq El-Ewsetê ya çapa Londonê jî mijara qedexebûna kirrîna waksenên amerîkî û inglîsî hilêxist û ev beşa gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî berbiçav kir ku heke amerîkiyan diakrî waksenê berhem bînin, aniha welatê wan şehedê vê têkçûna mezin di têkoşîna dijî Koronayê da nebû.

 

El-Quds El-Erebî jî ji bilî berçavgirtina mijara qedexebûna kirrîna waksenên amerîkî û inglîsî dio gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da, tlkildarî mijara navokî jî nûçe wiha ragihand ku "Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi vêya ku welatê wî tu lezek jibo vegeriyana Amerîkayê bo peymana navokî ya wajokirî di sala 2015an da tune, lê di eynî demê da li ser betalkirina bilez a boykotan pêgirî kir."

 

Malpera Ehda Libnanê bi sernavê "Îmam Xamineyî" çû pêşwaziya gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û ji zarê wî nivîsî: Xêra Amerîkayê di alozkiirna ewlehiya navçeyê ye û di rastî da Amerîka hokara vê yekê ye.

Vê medyaya erebî her wiha di beşeke din a rapora xwe ji Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, ev beş weşand ku Komara Îslamî sozdarê piştgiriya ji hevpeymanên xwe li navçeyê ye û hebûna navçeyî ya Îranê jibo xurtkirina aramiya navçeyê ye.

Ray El-Yewmê jî beşekea gotinên îro îniyê yên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî weşandin û di beşeka rapora xwe da ev beşa gotinên wî berçav kir ku "Hebûna me li navçeyê dê bibe sebeba xurtkirina aramiya wê û Amerîka hokara nearamiyê ye û boykot divê bên rakirin û me tu leze jibo vegeriyana Waşîngtonê bo Peymana Navokî tune."

 

Serepeyv