Mijdar 05, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Sûcên dewleta Tirkiyê yên li Efrînê didomin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê destnîşan kir ku artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên li Efrînê didomînin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê yên li dijî sivîlan li Efrînê ji ANHA`yê re eşkere kirin."

'Îbrahîm Şêxo' sûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê wiha bi rêz kirin:

"4 sivîl, di nav de zaroekek, hatin kuştin, 120 sivîl hatin revandin. Welatiyên Kurd ji Efrînê hatin girtin, 4 sivîl birîndar bûn û çeteyên dewleta Tirkiyê bi awayekî bê ser û ber gule direşandin.

Îşkence li sivîlan tê kirin. Zêdetirî 11 hezar dar ji cureyên cuda hatin qutkirin û şewitandin. Milkên sivîlan tên talankirin. Mewsîma zeytûnan a zêdetirî 20 hezar daran, hate talankirin. Bac li xwediyên zeviyên zeytûnê hate birîn.

Dewleta Tirkiyê guhertina demografiya herêmê didomîne, milkên sivîlên ku ji Efrînê koçber bûne, desteser dike û projeyên bi navên Komeleya Jiyana bi rûmet a taybet a filistîniyên 1948`an bi nav dike. Rêyeke ku bajarê Cindirêsê bi deriyê sînor ê li Hemamê ve girê dide, ava dike. Ev rê herêma Efrînê bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê ve girê dide.

Dewleta Tirkiyê 3 cihên dîrokî; Girê Dêr Sîwanê, Girê Dûpişk û Sîryos Nebî Hûrî talan kirin.

Melayên Kurd ên mizgeftên Tirindê, Qîbar, Maratê, Qeretebê, Mizgefta Bîlal El-Hebeşî ya li taxa Eşrefiye, Mizgefta Ebû Bekir El-Sidîq li Qada Azadî û Mizgefta Umer Bin El-Xetab a li rex Dibistana Keramê ji kar dûr xistin.

Her wiha çeteyên koma El-Emeşat 40 malbatên ku li gundê Kaxirê bi cih bûne, qewitandin, ji ber ku ciwanan nexwest biçin Komara Azerbêcanê.”

Şêxo piştrast kir ku ev di çarçoveya berdewamkirina guhertina demografîk, tengavkirina şêniyan û valakirina herêmê ji şêniyên resen de artêşa Tirkiyê van sûcan pêk tîne.

Şêxo diyar kir ku çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê hewl didin malbatên çeteyan di malên şêniyên resen de bi cih dikin û milkên wan desteser dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê da zanîn ku asta sûcên komên çete ji hev cuda ye. Li gundê Maratê hezar teneke zêt li şêniyan ferz dikin ku bidin wan. Li gundê Xelnêrê çeteyan 100 teneke zêt û li gundê Keferdelê 100 teneke zêt li şêniyan ferz kir ku bidin wan.

Her wiha Şêxo piştrast kir ku artêşa Tirkiyê li navenda Herêmaa Efrînê li avahiya Fakulteya Perwerdeyê ya Efrînê, zanîngeheke qaşo bi navê Gazî Entab vekir. Zimanê tirkî bi zanabûn li dibistan ferz dike û zarokan neçarî fêrbûna wê dike.

 

Serepeyv