Sipah: Em ê bersiveke qahîmtir bidine hesabên şaş ên dijmin
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxûyaniyekê de tevî vexwendina gelê emekdar ê Îranê jibo beşdariya di mersimên xatirxwestin û oxirkirin û veşartina Îmamê Şehîd, hişyarî da bereya dijmin û got: Em ê bersiveke qahîmtir bidine hesabên şaş ên dijmin.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî bi daxuyaniyek şehîdbûna Rêberê Şoreşê di encama êrişa terorîstî di destpêka şerê sepandî yê Amerîka û rejîma Siyonîst de wekî xala werçerxanê di berdewamiya rêya berxwedanê da zanîn û tekez kir ku xwîna wî dê bibe sedema bihêzbûna şiyarbûna Îslamî, yekîtiya umeta Îslamê û berdewamiya rêya şehîdan. Sipahê her wiha ragihand ku Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, bi amadebûna tam a leşkerî û baweriyê, di bin fermandetiya maqûl a ewladê Salih ê Qaidê Şehîd de, dê bersiva her hesabekek şaş an kiryareke dijmin ji berê qahîmtir û vebirtir bidin û vê amadebûnê wekî sembola îradeya gelê Îranê ji bo rawestana li himberî her cure destdirêjiyê da zanîn.
Sipahê di dawiyê de ragihand ku gelê Îranê dê bi beşdariya bi coş û girseyî û hemasî di merasima xatirxwestin, definkirin û veşartinê de yekîtî, besîret û berxwedana xwe nîşan didin û vê beşdarbûnê wekî bersiveke qahîm ji bo dijminan û nîşana vîna gel ji bo dewamiya rêya şoreşê û parastina armancên Rêberê Şehîd da zanîn.