Çile 06, 2026 15:04 Asia/Tehran
  • Konseya Berevaniyê ya Îranê: Berdewamiya serederîya bikîn a dijminan yê bersiva cidî û vebirr bi xwe re bîne

Nivîsgeha Konseya Berevaniyê ya Îranê di daxuyaniyekê de bi şermezarkirina giranbûna gefan û gotinên destwerdanê li dijî Îranê ragehand ku ewlehî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Îranê xêza sor e.

Di vê daxûyaniyê de hatiye tekezkirin ku her cure destydirêjiya ser berjewendiyên neteweyî yan berdewamiya reftara bikîn a dijmin dê pêrgî bersive u bertekek guncaw, cidî, vebirr û diyarker bibe. 

Konseya Berevaniyê ya Îranê her wiha ragehand ku Îran bi palpiştiya hevgirtina neteweyî, şiyana  bergîriyê û amadebûna tam di warê berevaniyê de, xwe tenê girêdayî bi berteka piştî kiryarê nabîne û nîşanên şênber û eşkere yên gefan wekî beşek ji hevkêşeya ewlehiyê dibîne.

Konseya Berevaniyê ya Îranê berpirsiyariya encamên berdewamiya vê pêvajoya dijminane li istûyê dîzaynerên wê dizane. a

Serepeyv