Wezareta Karên Derve ya Îranê: Destdirêjiya ser meydanên gazê li Herêma Kurdistanê li gorî me tam tê şermezarkirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên vê dawiyê ser meydanên gazê li Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî di civîna çapemeniyê ya heftiyê de got: Em dilnigeraniya xwe derbarê kiryarên dijî ewlehiyê li Iraqê radigehînin. Em destdirêjiya ser meydanên gazê li Herêma Kurdistanê şermezar dikin û em piştgiriyê didin her kiryara ji bo hevkariya bi aliyên Iraqî re ji bo misogerkirina ewlehiyê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê derbarê sefera Erdogan bo Tehranê û mijara bêçekkirina PJAKê de jî got: Hevahengiyên ji bo sefera Serokkomarê Tirkiyê bo Îranê berdewam dikin û em derbarê dema wê ya deqîq û eseh de gotûbêjê dikin. Helwesta me ya bingehîn li himber terorîzmê ev e ku terorîzm li her derê tê şermezarkirin û divê hevkariyên me yên herêmî jibo rawestana li himber terorîzmê berdewam bikin.