Iraqçî: Amerîkî pê hesiyane ku vebijêrka leşkerî bi kêr nehatiye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Her cure muzakireya bi Amerîkayê re girêdayîyê berjewendiyên Îranê ye.
Ebas Eraqçî got: Em jibo dabînkirina berjewendiyên Îranê li her derê ku pêwîst be şêrr dikin û em li her derê ku pêwîst be dê muzakirê bikin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Em tam ji biaşitîbûna bernameya xwe ya navokî piştrast in û ti pirsgirêka me tine ku derdorê jî dilnîya bikin an pêbaweriyê çê bikin. Derbarê dewama hevkariya Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re jî got: Rêveberê vê saziyê jî êrişên ser Îranê şermezar nekir û divê ew bizanin ku niha rewşeke nû pêk hatiye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha welatên ewropî derbarê vegerandina boykotên dijî Îranê de hişyar kir û got ku sê welatên ewropî bi çalakkirina vê mekanîzmê dê ti encamekê bi dest nexin û tenê rê dijwartir bikin.