Rêberê Şoreşa Îslamî: Îro roja bêdengiya li hember Xezzê nîne
Tîrmeh 22, 2025 21:55 Asia/Tehran
Di dewama bikaresatbûna rewşa mirovî ya li Xezzê, rûpelên X`ê yên rêberê Şoreşa Îslamî, wek berteka li hember vê rewşê bi weşandina twîtekî bi çend zimanan, wekî erebî û ordû û îngilîsî, xwest ku xelkê cîhanê li hember êş û elema xelkê Xezzê baldar bin.
Di twîta Nivîsgeha Rêberê Şoreşa Îslamî de hatiye: Îro roja bêdengiya li hember Xezzê nîne û divê hikûmetên îslamî piştrast bin ku wê şerma ji bo hetahetaiyê li ser eniya wan bimîne eger ku pişta Rejîma Siyonîst bigirin yan jî pêşiya alîkarîkirina bo Filistînê bigirin. Van peyaman dengvedaneke berfireh di torên civakî de hebûne.