Îran wê li hember biryarnameya siyasî ya IAEA`yê bersivê bide
Wezareta karên derve û Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê wek berteka li hember pejirandina biryarnameyeke dijî Îranê ji aliyê Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî(IAEA) ve ragihandin: Fermanên pêwîst ji aliyê serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ve hatine dayîn da ku navendeke zengînkirinê ya nû li cihekî ewle were vekirin û makîneyên nifşa yekem ên li navenda zengînkirinê ya Fordoyê bi makîneyên pêşketî yên nifşa şeşem werin guhertin.
Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê û Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê, di daxuyaniyek hevbeş de, kiryara Amerîkayê û sê welatên Ewropî, Fransa, Brîtanya û Almanyayê, bona pejirandina biryarnameyê di Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de şermezar kirin û ev kiryar wekî bi karanîna dubare ya vê Konseyê wekî amûrek ku li ser armancên siyasî ye û ti bingehek teknîkî an qanûnî tune ye, hesibandin. Di vê daxuyaniya hevbeş de tê gotin ku, di vî warî de, fermanên pêwîst ji aliyê serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ve hatine dayîn da ku navendeke zengînkirinê ya nû li cihekî ewle were vekirin û makîneyên nifşa yekem ên li navenda zengînkirinê ya Fordoyê bi makîneyên pêşketî yên nifşa şeşem werin guhertin.
Riza Necefî, balyozê Îranê li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî yên li Viyanayê, beriya dengdana Konseya Hikimdaran li ser dûhatên hiqûqî yên biryara dijî Îranê ya welatên rojavayî hişyarî da û got: Em ê bi tundî bersiva her kiryarek bihandan bidin. Pejirandina vê biryarnameyê dê şaşitiyeke din be û Îran dê demlidest tedbîrên pêwîst bigire da ku mafên xwe yên rewa biparêze. Bêhrûz Kemalvendî, berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê, berteka Îranê ya li hember pejirandina biryarnameyeke siyasî ya dijî Îranê ji aliyê Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ve şîrove kir û ragihjand ku wê asta hevkariya bi vê rêxistinê re ji ber çavan re were derbaskirin.