Hezîran 04, 2025 19:18 Asia/Tehran
  • Islamî: Em dê pêşxistina pîşeya navokî bi awayekî xurt bidomînin

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir ku rêya pêşxistina pîşeya navokî yê bi awayekî bêşik û xurt were domandin.

Mihemed Islamî Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê ragihand: Ez dilnîyayîyê didim ku rêya pêşxistina pîşeya navokî bi saya bawerîya qahîm, morala şoreşgêrane û bawerîya ji dil û can bi awayekî xurt û bêguman yê were domandin û em ê himber zêdexwazîyên Amerîkayê û zilhêzên serdestîxwaz ên din rawestin.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî hezretê ayetullah Xamineyî îro di axatinekê da li merasima rêzgirtina li salvegera koça dawîn a Imam Xumêynî (RE) xîmdarê Şoreşe Islamî dema ravekirina girîngatîya pîşeya navokî pêgirî kir ku pîşeya navokî pîşeyeke berhemîner û sereke ye ku qadên curbicur ên zanistê digire ber xwe û mijara xurtkirina oranîyomê jî kilîda meseleya navokî ye ku dijmin dixwazin ev pîşeya tam ji holê were rakirin. Pêgirîya Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê ser domandina rêya pêşxistina pêşîeya navokî jî piştî wê axavtina Rêberê Şoreşê hat. 

Serepeyv