Kombûna gelê Têhranê dijî cinayetên Rejîma Sîyonîst
Gelê Têhranê îro di kombûnekê da berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst şermezar kir.
Gelê Têhranê di kombûna ku li Meydana Filistîn a vî şarî da li dar xist, xwe şirîkê xema gelê Filistînê zanî û bêzarbûna xwe ji cinayetên dijemirovî yên Rejîma Sîyonîst a biwekalet ji hêla Amerîkayê va li herêmê cinayetan dike, nîşan da.
Beşdarên vê kombûnê bi durişmên ``mirin ji bo Amerîkayê`` û ``mirin ji bo Israyîlê`` cinayetên Rejîma Sîyonîst nemaze berdewamkirina qirrkirina gelê Xezzeyê şermezar kirin.
Beşdarên vê kombûnê di daxûyanîyekê da tevî şermezarkirina bêdengî û xemsarîya civatên navdewletî hibmer cinayetên Rejîma Sîyonîst ên li Xezzeyê, xwestin ku civatên navdewletî pabendê bicihanîna hikma Dadgeha Lahê ya şermezarkirin û desteserkirina Netanyahu û Galant bin.