Coşa beşdarîya îranîyan di meşa herî birûmet a bi boneya Roja Cîhaîbn ya Qudsê da
Gelê Îranê di meşa bi boneya Roja Cîhaîn ya Qudsê da ku îro li seranserê welêt hat birêxistin, bi durişmên mînanî ``mirin ji bo Israyîlê``, ``Quds yê were azadkirin`` û ``Filistîn zindî ye`` piştgirî dan Bereya Berxwedana Islamî.
46 salan berî nika, Imam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê dawîn înîya meha bimbarek a Remezanê bi armanca piştgirîya ji doza Filistînê û azadkirina Qudsa şerîf wek Roja Cîhanî ya Qudsê bi nav kir.
Îro wek dawîn înîya meha bibmarek a Remezanê, gelê Îrana islamî bi beşdarîya pirrcoş di meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da bi durişmên mînanî ``mirin ji bo Israyîlê``, ``Quds yê were azadkirin`` û ``Filistîn zindî ye`` piştgirî dan doz û armancên gelê Filistînê û bi vî awayî yek ji meşên herî pirrcoş û herî birûmet ên bi boneya Roja Cîhaînb ya Qudsê nîşanî cîhanê dan.
Medyayên curbicur ên cîhanê bi nîşandayîna hin dîmen û raporên têkildarî meşa roja îro, ragihandin ku gelê Îranê îro ji ber rewşa taybet a Xezzeyê û berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himber gelê Filistînê û herwiha ji ber xatirê peyama rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî û rayedarên welêt a şeva buhurî ji bo beşdarîya di vê meşê da, li gorî daxwaza rêvebirên xwe hatin kolanan.