Adar 28, 2025 14:27 Asia/Tehran

Beşdarên meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserê Îranê pêgirî ser sekinnîa teqil himber her kiryareka bikîn a Amerîkayê û piştgirîya ji doza Filistînê kirin.

Beşdarên meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê li Têhranê, di daxûyanîyekê da beşdarîya di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da nîşane û wateya rastî ya Yewm ul Quds, Yewm ul Nesrê û xala hevdengîya di têkoşîna cîhanî dijî sîyonîzmê û aşkirakirina rê û rêbazên zorbîjîyê yên pergala serdest zanîn û gotin ku Filistîn meseleya yekem a cîhana islamê û xala giranîyê ya himber-sekinîna dîrokî ya di navbera hizra Berxwedana Islamî û projeyên serdestîxwazane yên pergala serameydarîya cîhanî ye. Wan bilî şermezarkirina cinaytên Rejîma Sîyonîst, xwestin ku civaka navdewletî pêngaveke demlidest ji bo sekinandina van cinayetên dijemirovî û mehkemekirina serokên Rejîma Sîyonîst rake.

Di vê daxûyanîyê da herwiha operasyona serkevtîyane ya Bahoza Eqsa, Wadeya Sadiq-1 û 2 wek sebeba sereke û kilîdî ya guhertina hevkêşîya hêz û şîyanê û misogerbûna Berxwedanê li navçeyê hat zanîn û hikûmet û dewletên navçeyê hatin hişyarkirin ku ezmûna Ukraynê nîşan daye Amerîka û şirkên Waşîngtonê yên rojavayî piştî sûdwergirtina ji hevpeymannê xwe, dê wan himber çarenûseke nedîyar da tenê bihêlin.

Pişikdarên vê meşê bêdengîya dewletên islamî himber cinayetên Rejîma Sîyonîst û destdirêjîyên Amerîka û Ingilîsê ser Yemenê şermezar kirin û pêgirî ser pêwîstîya bidawîhanîna cinayetên hanê kirin. Wan herwiha ragihanin ku her kiryareka bikîn a Amerîkayê yê pêrgî bersiva qahîm  û teqil a gelê Îranê bibe û divê dijmin bizanibin ku gefên wan yê bêbandor bibin. 

Serepeyv