Destpêka rijeya deryayê ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê li avên Kendava Farsê
Rijeya deryayî ya 3 hezar gemiyên leşkerî, Besîca Gelanî û Hêza Deryayî ya Sipahê bona piştgîriya ji Filistînê bi fermandetiya serdar Tengsîrî destpê kir.
Bereberê Roja Cîhanî ya Qudsê û bona piştgîriya ji xelkê zilimdîtî yê Filistînê, rijeya 3 hezar gemiyên leşkerî û besîca gelanî, sibeha îro Pêncşemiyê li gişt benderên Kendava Farsê, Perravên Mekranê û Deryaya Mazenderanê hate lidarxistin. Deryadarê pasdar Elîriza Tengsîrî, fermandê hêza deryayî yê Sipahê, amajeyî vê yekî kir ku rijeya gemiyên Besîca Gelanî ya hêza deryayî ya Sipahê û gemiyên gelanî yên welatên mêhwera Berxwedanê bereberê roja cîhanî ya Qudsê bi awayekî giştalî û hevgav hate lidarxistin û got: Nimandina zirûfên mêhwera Berxwedanê li deryayê û cihanîna rijeyê, peyamek ji bo rejîma qirêj û zalim ê Siyonîst hene.
Wî got: Roja Qudsê ya îsal li gişt cîhanê, wê ji her salek din giştalîtir were lidarxistin û ev rije hêz û qaweta deryayî ya Îranê nîşan da.