Nerazîbûna tund a Wekîlê Îranê himber civîna Konseya Emnî
Wekîlê Îranê li NY, civîna Konseya Emnî ya wê rêxistinê ya derbara Bernama Navokî ya Îranê da bi tundî şermezar kir û ew civîna pêngaveke handêr û narewa zanî.
Emîr- Seîd Îrewanî Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li NY di civîna Konseya Emnî ya bi mijara ``berfirenekirinê`` têkildarî dosîya navokî ya Îranê da ku bi daxwaza Amerîkayê û hevpeymanên Waşîngtonê hat lidarxistin, pirsên giran derbara armanca vê civînê da hilêxist û got ku ew civîna tam bi armancên sîyasî hat lidarxistin.
Îrewanî, ev civîna cirîdeke sîyasî ya aşkira û sûdwergirtina narewa ji Konseya Emnî ji bo pêşdebirina asrmancên kivşkirî zanî û got ku ew kara bitaluke e û hitbar û cîgeha Konseya Emnî sist dike.
Wekîlê Îranê li NY pêgirî kir ku Îran yê ti ferman û gotineke sepandî qebûl neke. Her hewla ji bo neçarkirina Îranê ji bo qevbûlkirina rêkevtinameyeke nedadmendane, yê pûç derkeve, dîplomasî divê ser bingeha rêzigritna dualî be, ne serpişkîxwazîyê.