Sibat 18, 2025 20:36 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê bi pîrozkirina serkevtina Bereya Berxwedanê li Zîvala Xezzê pêgîrî kir: Karê mezin ê serok û şervanên Berxwedana Filistînê bona yekbûn û yekrêzî û xweragiriya li hember dijmin û pêşdabirina pêvajoya aloz a muzakireyan û herwiha sebr û hedar û xweragiriya xelkê, bû sedema serbilindîya Bereya Berxwedanê li navçê.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê Şoreşa Îslamî, berêvariya îro li hevdîtina bi sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê û taxima pê re, serkevtina Berxwedana Îslamî û xelkê Xezzê li hember dijminê Siyonîst û amerîkî pirr mezin wesif kir û destnîşan kir: Ev serkevtina, asteka nû li têkoşînên berxwednê pêk anî. Hezretê ayetullah Xamineyî amajeyî hin pilanên ehmeqane yên Amerîkayê yan jî hinek planên din ên derbarê Zîvala Xezzê û Filistînê de kir û got: Ev pilan wê negihîjin encamekê û ewên ku salek û nîvan berî nika îdia dikirin wê di demeke kurt de Berxwedanê ji nav bibin, nika girtiyên xwe bi komên biçûk ji şervanên Berxwedanê werdigirin û li hember wê hejmareka zav a dîlên filistînî azad dikin.

Wî şêwaza Berxwedanê ji bo wergirtina girtiyên Siyonîst nîşaneya mezinatiya Berxwedanê li ber çavê xelkê cîhanê da zanîn û got: Nika raya giştî ya xelkê cîhanê ser xêra Filistînê ye û di vê rewşê de ti pilanek bêyî rizamendiya Berxwedanê û xelkê Xezzê wê serê xwe negire.

Ziyad Nexale, sersekreterê Cîhada Îslamî ya Filistînê jî bi pîrozkirina serkevtina mezin a Berxwedanê li Xezzê li rêberê Şoreşa Îslamî, vê serkevtinê deyndarê piştgîriyên hertimî yên Komara Îslamî û herwiha rênimûniyên şehîd Seyîd Hesen Nesrullah da zanîn û got: Berxwedana Filistînê di salek û nîvê buhurî de di rastiyê de di halê şerrê bi Amerîkayê û welatên rojavayî bû û tevî hevsengnebûna hêzan, Berxwedana Filistînê karî serkevtinên mezin bi dest bixe. Ziyad Nexale pêgîrî kir: Rêya Berxwedanê wê qet neyê jibîrkirin û leşkerên Berxwedanê, dê vê rêyê bidomînin.

Serepeyv