Raberkirina destkevtên Îranê li Konseya Mafên Mirovan a NY
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353064-raberkirina_destkevtên_Îranê_li_konseya_mafên_mirovan_a_ny
Cîgirê Serokê Beşa karûbarê qanûnî û navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê basa raberkirina destkeftên Komara Îslamî ya Îranê di warên qanûnî, dadwerî, aborî, siyasî, civakî, zanistî û çandî li Civata Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Jênêwê kir.
(last modified 2025-01-23T11:38:06+00:00 )
Çile 23, 2025 14:22 Asia/Tehran
  • Raberkirina destkevtên Îranê li Konseya Mafên Mirovan a NY

Cîgirê Serokê Beşa karûbarê qanûnî û navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê basa raberkirina destkeftên Komara Îslamî ya Îranê di warên qanûnî, dadwerî, aborî, siyasî, civakî, zanistî û çandî li Civata Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Jênêwê kir.

Taxima pilebilind a mafên mirovan a Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Kazim Xerîbabadî, Cîgirê Serokê Beşa karûbarê qanûnî û navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê ligel wekîlên sê dezgehên Meclis û Serokomartî û Dadweriyê, roja Pêncşemiyê bona beşdariya di 48`emîn civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UPR) û şirovekirina çaremîn rapora neteweyî ya mafên mirovan a Îranê, derbasî Jênêwê bû.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê şanda Îranê li Civata Mafên Mirovan di vê hevdîtinê de herwiha got ku destkeftên Komara Islamî ya Îranê di warên qanûnî, dadwerî, aborî, siyasî, civakî, zanistî û çandî û çalakiyên ku di Civîna Jênêwê de hatine kirin, wê bên ravekirin.

Xerîbabadî her wiha got: Komara Islamî ya Îranê ser bingeha pîvanên îslamî û qanûna bingehîn a xwe, di warê mafên mirovan de pêşketinên girîng bi dest xistiye û li gorî şert û merc û rastiyên heyî û bi armanca dabînkirina edaleta civakî, bi awayekî giştalî di warên aborî, çandî û civakî de sermayeguzarî kiriye û mafên xelkê di beşdarîya beranber û geşepêdanê de garantî kiriye.