Çile 06, 2025 16:11 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Divê Sûriye bêyî destwerdana aliyên navdewletî derbarê çarenivîsa xwe biryarê bide û nabe ku bibe navendeke ewle ji bo pêşketina terorîzmê.

Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di civîna rojnamevaniyê ya ya heftane de got: Em rêzê li hilbijartina sûriyan digirin.Parastina yekperçetiya axa Sûriyê ji bo me û hemû herêmê girîng e. me dilnigeraniyên xwe bi aliyên curbicur re par ve kir  û divê Sûriye bêyî destwerdana aliyên navdewletî derbarê çarenivîsa xwe  biryarê bide. Nabe Sûriye bibe navendeke ewleh jibo geşatiya terorîzmê. Beqayî derbarê  rewşa Zîvala Xezzeyê jî got: Jînosayda li zîvala Xezzeyê ku sedema  şermê bo mirovahiyê û  weke serşoriyekê  jibo Rejîma Siyonîst e,  hîna jî berdewam dike. Di van rojên derbasbûyî de, kuştina filistîniyên bêguneh li Xezzeyê tim berdewam e, serma û hewaya xirab karesata mirovî li Zîvala Xezzeyê  girantir kiriye. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li hember gefên Amerîkayê  dijî bernameya navokî ya Îranê got: Ji aliyê hiqûqî ve gefa li dijî welatan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bi taybetî, gefek dijî Teşkîlata bi aşitî ya navokî ya welatekî binpêkirina  pêsipartên  NY ye. Wî got: Îranê nîşan daye ku ew ê ji bo parastina serweriya neteweyî û yekperçetiya axê dê xurt û cidî be.Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê derbarê sefera  El-Sûdanî Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê jî got: Nivîsgeha serokkomariyê dê hûrgiliyên seferê ragehîne. Ev sefer ser vexwendina Serokomarê Îranê tê kirin. Di çarçoveya têkiliyên Îran û Iraqê de  de biryar e  derheq têkiliyên dualî gotûbêj were kirin Derbarê pêkanîna rêketinên  ku me berê  jî hebûne û her wiha  dê li ser alûgurên  navçeyê jî gotûbêj yê bên kirin.

Serepeyv