Pêgîriya Iraqçî li ser geşkirina peywendiyên Îran û Çînê
Şêwirîna li ser mijarên dualî û pêvajoya cihanîna bernama hevkariya giştalî ya Îran û Çînê û gotûbêja li ser alûgorên navçeyî û navneteweyî ji girîngtirîn armancên sefera du rojî ya wezîrê karên derve yê Îranê bo Çînê hatin ragihandin.
Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê, ku ji bo şêwirîna bi rayedarên Çînê re çûye vî welatî, dema gihîşte Pêkenê got: Li ser hemû mijarên navçeyî û navneteweyî me hertim bi Çînê ra şêwirînên nêzîk hebûne û îro jî bi berçavgirtina şert û mercên hestyar ên ku hene, me biryar da ku bi çînîyan ra şêwirînan pêk bînin.
Iraqçî amaje bi rewşa aloz a li navçê û rewşa hestiyar a navdewletî jî kir û got: Pêwîst bû di destpêka sala nû de li gel aliyên çînî guftûgo bên kirin, ta ku me amadekariyên pêwîst ji bo rûbirûbûna bi wan kêşeyan hebin ku teqez di sala nû de em ê di ser asta navçeyî û navdewletî de rûbirûyê wan kêşeyan bibin . Wî destnîşan kir ku gotûbêja li ser mijarên dualî û lêkolîna çareseriyên ji bo dewamkirina van hevkariyan ji armancên din ên sefera wî ya du rojî bo Pêkenê ne.