Îslamî: Teknolojiya navokî ya îranê qet bisînor nabe
Kanûn 17, 2024 17:57 Asia/Tehran
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, got: bi hewldana civanên pispor ên Îranê, teknolojiya navokî qet li welêt bisînor nabe.
Mihemed Îslamî bi diyarkirina kêfxweşiya xwe ji ber viya ku hin welatan berê dixwestin li Îranê berhemanîna ava giran were sekinandin û heta pêşniyara kawilkirina binavahiyên têkildar dikirin, got, îro rojê hema ev ava giran yek ji berhemên girîng e ku di pîşeyên curbicur ên wek pizişkiyê bi har tê.
Îslamî bi pêgîriya li ser viya ku welatên koloniyalîst hewl didin teknolojiyên pêşkevtî bi taybet ên navokî li welatên di halê pêşketinê bidin sekinandin û got, teknolojiya navokî qet li Îranê bisînor nabe.