Îrevanî: Îran di warê piştgiriya ji Sûriyê de bi biryar e
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li NY bal kişand ser aloziyên vê dawiyê yên terorîstan li Sûriyê û got: Îran mafê serweriya Sûriyê jibo rawestana li ber komên terorîstî yên mîna Heyet Tehrîr Ul-Şamê bi fermî nas dike û bona piştgiriya ji hikûmeta Sûriyê û gelê wê bona rawestana li ber terorîzmê de bi biryar e.
Emîr Seîd Îrevanî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li NY li civîna Konseya Ewlehiyê de dilgiraniya xwe ji qeyrana ewlehiyê ya vê dawiyê li Sûriyê nîşan da û got: Di êrişên terorîstan ser Helebê de, avahiya konsulxaneya Îranê bi qest ji aliyê komên têrorîstî ve ket ber êrişan.Eva di halekî de ye ku êrişa ser avahiyên dîplomatîk û konsulxaneyan binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye û tu kes, kom û welatan mafên xwe tinene ku kiryarên bi vî rengî bikin. Nûnerê Dayimî yê Îranê li NY berpirsê vê binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî da ser milê van welatan ku çek û sîlehan didin komên têrorîst û piştgiriya wna dikin.
Emîr Seîd Îrevanî diyar kir: qebare û aloziya operasiyonên koma terorîstî ya Tehrîr El-Şam û çekên pêşketî û xwefirên wan nîşana piştevaniya welatên derveyî bi taybet Amerîkayê ji wan e . Waşengtonê terorîzm kiriye wek amûrekê li siyaseta xwe ya derve jibo pêşdebirina armancên xwe yên siyasî
Nûnerê Dayimî yê Îranê li NY di dawiyê got: Êrişên berdewam yên rejîma Israîlê ser deriyên sînorî yên di navbera Sûriye û Lubnanê de, gihandina alîkariyên bingehîn asteng kiriye û divê civaka navdewletî alîkariyên mirovî, avedankirina binesaziyan û vegerandina bi ewle ya penaberan dayne destûrkara xwe..