Serfermandarê Sipahê: Em dê tolê ji Israyîlê hilînin
Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Van rojana ti kes li Israyîlê rûyê aramîyê nabîne û hemî di sitargehan da derbas dikin û ricaf ketîye bedena dijminan.
Serdar Serleşkerê Pasdar Hisên Selamî Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî dema axavtina têkildarî manovra Beyt ul Muqeddesê li Xûzistanê got:Roja îro tovên berxwedanê li Iraq, Yemen, Libnan, Filistînê veguherîye darekî kokvedayî û di vê navbrê da hemî zorbêj kom bûne ku vî darî kokbirr bikin, lê tiştekî bilî têkçûnê nebûye nesîbê wan.
Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî herwiha got: Dijmin li Xezzeyê têk çû û Bereya Berxwedanê her ku diçe di halê pêşketinê da ye û Rejîma Sîyonîst têk dibe.
Wî herwiha got: Rayedarên israîyîlî şaş u paşo bûne û artêşa wan jî westîyaye lê Hizbullah û Bereya Berxwedanê germ bûne.
Selamî amajeyî derxistina hikma desteserkirin û cezakirina serok û rêvebirên israyîlî jî kir û got: Em bi vê hikmê bidawîhatin û mirina Israyîlê dibînin.