Cêbêlî: Cîhan bûye şehedê hilweşyana Rejîma Siyonîst
Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Ewropayê pêhesiyan ku Rejîma Siyonîst sexte ye û hemû xelkê cîhanê bûne şehedê hilweşyana vê rejîma sexte.
Pêyman Cêbêlî îro di merasima bibîranîna 200 şehîdên rojnamevanên medyayî li Filistînê ser navê terora rewayetê li Tehranê got: Ger piştgiriyên Amerîkayê nebin, tiştek ji vê rejîma cinayetkar namîne û şehîd Seyîd Hesen Nesrullah bi durustî pêşbînî kir ku rejîma sexte dê ji nav here û dema serketinê gihêştiye.
Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezze û Lubnanê û got: Rejîma sexte li bereya îstikbarê hewl da ku vê yekê li ser gelan de bisepîne û di medyayên sexte de bibêje ku qahîm û berxwedêr e, lê ev demeke dirêj e di bin lingên xelkê serfiraz ê Lubnan û Xezzeyê de pêpes bûye û ji nav çûye.