Mijdar 18, 2024 16:09 Asia/Tehran
  • Beqayî: Nabe cinaytên Îsraîlê bêceza bimînin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser bêdengiya dadgeha Lahê û civaka cîhanî li hember cinayetên Îsraîlê û got: Yek ji sedemên berdewamiya cinaytên vê rejîmê, ev e ku ji bêcezamayîna xwe piştrast e.

Îsmaîl Beqayî got: Cinayetên mîna jînosayd û şer nabe bêceza bimînin lê mixabin rejîma Îsraîlê ji mudaxila Amerîka û hinek welatên Ewropî  piştrsat e û cinaytên xwe berdewam dike. Baqayî herwiha got:Astengkirina rêya cihanîna edaletê bi xwe curek cinayet tê hesabê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê gefên navokî yên Rejîma Siyonîst li dijî Îranê jî got: Biryarnameya 533 ya Konseya Ewlehiyê ya NY her cure gef û bikaranîna  zorê li dijî teşkîlatên navokî yên Îranê qedexe dike û  divê derbarê wê yekê Konseya Ewlehiyê ya NY helwesteke  wê cidî hebe.

Beqayî  derbarê wê yekê ku  dibêjin  Îran piştî hilbijartina Trump, ji Operasyona Weideya Sadiq 3 poşman bûye got: Me bi caran gotiye ku ji bo berevaniya ji yekparçeyiya axê  û serweriya neteweyî ya Îranê emê destûrê ji tu kesî wernegirin û li himber destdirêjiya li dijî Îranê emê bersiva pêwîst bidin.

Serepeyv