Mijdar 07, 2024 18:33 Asia/Tehran
  • Serleşkir Selamî: Hizbullah wek mucizeyekê hat vejiyandin

Fermandê Giştî yê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî got: Tevî hebûna goriyên zav û bûyerên diltezîn, Hizbullah li hember van derbeyên giran wek muicizeyekê xwe vejiyand û xwe ji nû ve ava kir û niha jî bi lehengî û bi serdestiya li meydanê li himberî Rejîma Siyonîst rawestaye.

Serdar Selamî, fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên şoreşa  Îslamî di civîna Meclisa şarezayên rêberiyê de got: Ji berê va di navbera me û Rejîma Siyonîst de nakokiyên rasterast û nerasterast hebûne,lê ev nakokî bi awayekî ne fermî û car caran  diqewimîn  û heta beriya bahoza Eqsayê hêdî hêdî asta wê jorde diçû.

Serleşkir Selamî operasyona bahoza El-Eqsayê şokeke giran û weke hişyariyeke rastîn  bo mayîna Rejîma Siyonîst bi nav kir û got: işkesta  îstixbaratî ya eşkere ya Rejîma Siyonîst, ew ji  lawazbûna wan agehdar kir. Vê operasyonê nîşan da navbira operasyoneke taktîkî û şikesteke stratejîk ji bo Rejîma Siyonîst gelekî kurt e.

Serepeyv