Iraqçî: Ti terorîstek li Îranê parastî nîne
Wezîrê karên derve got: Ti terorîstek li Îranê parastî nîne, heta eger ji aliyê Almanê ve were piştgîrîkirin.
Seyîd Ebas Iraqçî li dû îdamkirina Cemşîd Şarmehd, serkiredeyê Koma Terorîst a Tunderê li Îranê û berteka hikûmeta Almanê ragihand: Cemşîd Şarmehd, welatiyê îranî, bi awayeka aşkera û bêşerm serokatiya êrişa terorîstî ya ser mizgevtekî girtibû istiyê xwe ku di encama wê de 14 kes ji xelkê bêsûc ji wan jin û zarok şehîd bûn. Di vê kiryara terorîstî da zêde ji 200 kes birîndar bûn. Şehediyên bi qasê têrê di vî warî da hene û ji bo hilkolandinê di ber destê hemiyan da ne.
Wî di eynî demê da got: Pasporta almanî ji bo ti kesî, bi taybet ji bo cinayetkarekî terorîst, parastîbûnê nayîne. Iraqçî xitabî rayedarên Almanê got: Desta ji pînekirin û lîstikên piskolojîk berdin.