Em Sê-Giravên îranî li Kendava Farsê nas bikin
Bûmûsa, Tunba Mezin û Tunba Biçûk, Sê Girav li Kendava Farsê ku wek Sê-Giravên îranî tên naskirin.
Li gorî rapora Kanala Sehabê, Sê-Girav li parêzgeha herî başûrî ya Îranê yanî Parêzgeha Hormizganê ne ku bajarê Bender-Ebasê navenda wê ye.
Ev parêzgeh li bakurê Tengava Hormizê ye û qiraxên vê parêzgehê li aliyê rojhilat li ber Deryaya Omanê û li aliyê rojava li ber Kendava Farsê ne.
Bûmûsa
Bûmûsa girava herî başûrî ya îranî li Parêzgeha Hormizganê û li nav avên Kendava Farsê ye. Rûbera vê giravê derdora 25 kîlomitrên çarkunc e û hûrgiliyên wê yên erdnîgariyê 26 pileyên bakurî û 55 pileyên rojhilatî ne.
Navbira Bûmûsayê û giravên Tunbê (Tunba Mezin û Tunba Biçûk) ji ber kûrahiya avê ya guncan tenha rêgeh ji bo derbasbûna keştiyên nifthilgir û yên leşkerî ye û ev yek dibe sebeb ku ev girav xwedan mewqiyeke taybet a stratejîk be.
Girava Tunba Mezin
Ev girav hema bêje gilover e û axa wê xîz û ziha ye; navên wê yên din ên berê Tunba Gep, Tunba Mar û Tel Mar bûne. Li beşên başûrê rojava û nêzikî peravên wê malên niştecihan bi rêya çend kolan û rêyan bi hev va tên girêdan. Ev girav li bakurê rojhilatê Bûmûsayê ye û li peravên wê pêlşikên û lengergeh heye.
Girava Tunba Biçûk
Tunba Biçûk giravek li nav avên Kendava Farsê û nêzikî Tunba Mezin e. Ev girav ji ber sedemên leşkerî û stratejîk balê dikişîne û hêzên leşkerî û binkeyên têkildar li wir hene.
Sedema lêkirina navê "Sê Girav"
Dema ku ji nav bi dehan giravên heyî li başûrê Îranê ji Sê Giravên Tunba Biçûk, Tunba Mezin û Bûmûsayê ra "Sê Girav" tê gotin, yanî ev Sê Girav di komekê da hatine destnîşankirin. Hegera vê yekê jî têkildarî girîngiya yekparçebûna wan e.
Ji aliyê din va, ev Sê Girav ji hêla erdnîgariyê va nêzikî hev in û ji hêla dîrokî û siyasî va jî pêwendiya wan a nêzik digelhevdu heye. Her wiha ji hêla sînorên navçe û parêzgehên welêt va jî ev girav ser bi Şaristana Bûmûsayê ya Parêzgeha Hormizganê ne. Loma di dabeşkirina erdnîgariyê ya Îranê da ev Sê Girav ser bi şaristanekê ne.
Hakimiyeta Îranê li ser Sê Giravên Bûmûsa, Tunba Mezin û Tunba Biçûk vedigere ser serdema empratoriya Îlamî, Med, Hexamenişî, Eşkanî û Sasanîyan. Di vê heyamê da hikimdarî û ewlehiya îranî li seranserî pehnava Kendava Farsê û giravên wê dihat sepandin.
Sê Girav di sala 1948an da bi tamî ji aliyê Empratoriya Brîtanyayê wek qeyîmê fermî yê 'Îmarata Mitesalihe'yê va hatin dagirkirin, lê heta sala 1971ê ti yek ji hikûmetên wê demê yên Îranê ev dagirkerî qebûl nekirin û Bûmûsa hevrê digel Tunba Mezin û Tunba Biçûk beşek ji dabeşkirinên erdnîgariyê yên Îranê bûn.
Sala 1971ê piştî lihevhatina Îran û Brîtanyayê û beriya derketina hêzên leşkerî yên Brîtanyayê ji navçeyê û damezirandina welatê Îmaratê (Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb), Bûmûsa hevrê digel Tunba Mezin û Tunba Biçûk piştî nêzikî 70 sal gilî û gazinên berdewam ên dewleta Îranê dijî dagirkeriya Brîtanyayê di dawî da li Îranê hatin vegerandin.
Tevî ku ji hêla begeyên dîrokî va, Sê Girav beşeke cudanebûyî ji axa Îranê ne, îdiayeke bêbingeh carinan ji aliyê Îmaratê va tê hilêxistin ku di rastiyê da heman siyaseta kevn a komploderxistinê ye ku Brîtanyayê binemaya wê têkildarî Sê Giravan daniye û Ebûzebî carinan wê yekê ji bo zext û guvaşa li ser Îranê bi kar tîne.