Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê amajeyî şehadeta Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) kir û got, şehadeta lehengê têkoşîna li hember zilm û dagirkiriyê, ji bo her mirovekî azade bi êş e.

Mihemedbaqir Qalîbaf herwiha got, pilandarêştin û cihanîna operasiyona aloz a Bahoza Eqsayê, yek ji têkoşînên şehîd Sênwar di temenê wî yê binirx da bû ku hevkêşiyên ewlehî, leşkerî, siyasî û navçeyî yên vê rejîmê guhertin û derbeyeka nayê cebirandin li hebûna vê girêya penceşêrê lêxist. 

Qalîbaf herwiha got: YE û hin welatên bibandor di vê yekîtiyê da, xwe ji pileya welatên serbixwe û xwedî vîn daxistine lîstikvanên di bin fermana Rejîma Siyonîst û jînûsayda wê rejîmê li Xezze û Libnanê pîne dikin.

 

Serepeyv