Cotmeh 17, 2024 16:13 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê ku di demekê da ku welatên navçê bêtevger in, berpirsyariya sekinîna li hember êrişên Rejîma Siyonîst daye ser milê xwe, di sefer û şêwirîna xwe ya heftan da ber bi Urdinê li rex Erdên Dagirkirî ve çû.

Ebas Iraqçî di dewama seferên xwe yên navçeyî da û ji bo hevdîtin û gotûbêja li gel rayedarên payebilind ên urdinê, bi pêşwaziya fermî ya rayedarên vî welatî derbasî Emanê bû. Eva heftemîn welat e ku wezîrê karên derve yê Îranê di çarçoveya dewama hewldanên dîplomatîk ên Îranê bona sekinandina şerrê li Xezze û Libnanê, seredana wir dike.

Berî nika wezîrê karên derve yê Îranê hema di vê çarçoveyê da seredana Libnan, Sûriye, Erebistan, Qeter, Iraq û Umanê kiribû û şêwirînên taybet cih anîbûn. Wî piştî Urdinê wê seredana Misr û Tirkiyê jî bike. Dewra nû ya seferên navçeyî yên wezîrê karên derve yê Îranê bo paytextên welatên Ereb û îslamî yên navçê di rewşa aloz a navçê da, dîplomasiya bêrawestan a Têhranê nîşan dide ku li gel piştewaniya pêşîlêgir a leşkerî ji bo bersivdayîna qahêmtir a Îranê li hember her êrişeka muhtemel a Têlavîvê, piştî operasiyona Wadeya Sadiq a 2`ê pêk hatiye.

Iraqçî bi dubarekirina helwêsta isûlî ya Îranê li ser pêwîstiya parastina aştî û istiqrarê li navçê, destnîşan kir ku Komara Îslamiya Îranê di eynî demê da ku bi awayeka giştalî hewl dide aştî û ewlehiya li navçê biparêze, tam ji bo bersiveka webirr û poşmankir li hember her maceraheziyeka ji aliyê Rejîma Siyonîst ve amade ye.

Wî pêgîrî kir ku berpirsyariya dûhatên berfirehbûna bê ewlehîtiyê li navçê ser milê vê rejîmê û piştgira wê ya sereke yanî Amerîkayê ye.

Ev şêwirîn û sefer di rewşa aloz û hestyar a navçê pêk hatine ku çalakbûna siyaseta derveyî û peywendiya kûr a qad û dîplomasiyê nîşan dide.

Berpirsyariya hemû welatên navçê ye ku bi rêya hewldana ji bo sekinandina jînûsayda li Xezzê û bidawîanîna destdirêjiya rejîma dagirkir dijî Libnanê û girtina pêşiya serxweziyên wê li navçê, pirr hewl bide.

Serepeyv