Îlon 21, 2024 18:51 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Dersa herî girîng a Pêxemberê Îslamê, çêkirina umetê bû

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bi tekeziya ser rola kesên bijarte li pêkhatina umeta îslamî û yekitiya cîhana Îslamê û got:  Bi pêkhatina umeta Îslamî misilman bi hêza xwe ya derûnî dikarin ofeya pençeşêrê ya Rejîma Siyonîst ji Filistînê rakin û hejemonî û serdestî û destwerdana zordarane ya Amerîkayê li navçê ji nav bibin.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hevgavê  salroja jidayîkbûna hezretê Xatemî Mertebet Muhemedê Mistefa (s) û hezetê Îmam Sadiq (s) li hevdîtina bi komek  rayedarên  nizamê, balyozên welatên islamî û mêvanan beşdarê konferansa wehdetê  û her wiha  bi çîn û qatên curbicur ên gel, rêbazên deweta pêxemberan li qonaxên curbicur cuda nirxandin bi tekeziya ser wê yekê ku serkarvan û rêberê sereke û dawî yê karwanê mezin ê dîroka mirovahiyê  hebûna  pîroz  apêxemberê Îslamê (s)  bû û got:Pêxemberê Îslamê ji bo jiyanê derseke  kamil û tekûz, giştlaî aniye ku ji  dersên herî mezin ên pêxemberan jibo me, çêkirian umetê û avakirina umeta Îslamî ye.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî xebat û têkoşana 13 salî ya Pêxemberê mezin(s) li Mekkeyê û zehmetî, dijwarî, birçîtî û fîdakarîyên wê serdemê û piştî wê  di heyama hicretê de wek zemînesazê umeta îslamî da zanîn û got: Îrorojê  welatên îslamî pir zêde ne û  nêzîkî du milyar misilman li cîhanê dijîn, lê em  nikarin navê Umet daynin ser,  ji ber ku umet gelheyek e ku bi awayê hemaheng û bi viyan û armanc ber bi pêş ve diçe  lê misilmanên îro  bêtifaqî û ji hev veqetyayî ne.

Hezretê ayetullah Xamineyî encama bêtifaqiya misilmanan serdestiya dijminên Îslamê û hewcedariya hin welatên îslamî bi piştgiriya Amerîkayê da zanîn û got: Heke misliman bi tifaq nebûna, dikariyan bi piştgirî û bikaranîna îmkanên hev komeke hevgirtî ava bikin ku ji hemû hêzên mezin bi hêztir bû û êdî ne hewce bû ku pişta xwe bi Amerîka ve girêdin.Wî hêmanên bi abndor ser pêkhatina umeta  Îslamî  xistin rojevê û got: Hikûmetên Îslamî dikarin di vî warî de bi bandor bin, lê  viyana wan ne bihêz e û eva erkê  kesayetiyên bijarte yên cîhana Îslamê, yanî siyasetmedar, alim, zanyar, akademîsyen, çîn û qatên bi bandor  û rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û analîzorên siyasî û civakî ye ku vê viyanê  di nav  rayedaran de çêbikin.Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha   cardinê tekezî ser pêwîstiya qutkirina tam a peywendiyên aborî yên welatên islamî bi Rêjîma Siyonîst kir û got:Welatên Îslamî divê têkiliyên siyasî bi Rejîma Siyonîst re tam kêm bikin û êrişên siyasî û çapemeniyê hîna xurtir bikin û eşkere nîşan bidin ku li pişta gelê Filistînê ne.

Serepeyv