Kenanî: Li Filistînê hêvî û li erdên dagirkirî bêhêvîbûn tê dîtin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser lidarxistina cejna jidayikbûna pêxember li Xezzeyê û got:Li Filistînê hêvî û li erdên dagirkirî bêhêvîbûn tê dîtin
Nasir Kenanî bi weşandina vîdyoyek ji cejna jidayikbûna Pêxember li Xezzeyê li ser rûpela civakî ya Xê wiha nivîsî: Fîlmek kurt lê pir bi wate li ser kûrahiya hêviya bo serkeftinê li Filistînê; Cejna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (S) li bajarê Dêra Belehê ya Zîvala Xezeyê.
Ferqek mezin heye di navbera neteweyek resen û bi kok û hebûneke sexte û bê kok de.
Nasir Kenanî tekez kir ku berxwedana efsaneyî ya gelê Filistînê li wêraniyên Zîvala Xezeyê tevî êş û azarên ku nayên vegotin û revîn û koça berovajî ya dagirkeran ji erdên dagîrkirî, Li Filistînê hêvî û li erdên dagirkirî bêhêvîbûn tê dîtin