Alîkarê Wezareta Karên Derve: Divê NY li dijî boykotên yekalî rabe û daxwaza betalkirina bilez a wan bike
Riza Necefî, Alîkarê Hiqûqê û Navdewletî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Divê NY eşkere li dijî tedbîrên bi darê zorê û boykotên yekalî rabe û daxwaza betalkirina bi lez a wan bike.
Riza Necefî, alîkarê hûqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê ku digel Elî Baqêrî, Sergêrê Wezareta karên Derve yê Îranê li New Yorkê ye, li civîna Civata Bilind a Siyasî li NY got:
Boykotên yekalî astengeke mezin ser rêya hevkariyên navneteweyî ne û çalakiyên NY lawaz dikin û geşatiya aborî û civakî ya welatên di halê pêşketinê têk dide û piralîxwaziyê lawaz dike û yekalîxwaziyê xurt û bihêz dike.Wî got ku divê NY bi lez li dijî kiryarên bi zorê yên yekalî derkeve û daxwaza betalkirina wan a bi lez bike.
Necefî bal kişande ser wê yekê ku mijara geşepêdana welatan divê di rojeva hewldana NY û hevkariyên navneteweyî be û ser pêwîstiya cihanîna sozên welatên pêşketî ji bo dabînkirina çavkaniyên darayî, veguhestina teknolojiyê û pêkanîan zirûfan teqez kir û got: Divê NY di vî warî de bo jordebirina asta hevkariyan bikeve tevgerê.
Necefî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pêşketinên zav ên Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya aboriya berxwedanê bi taybetî di warê kêmkirina xizaniyê, bihêzkirin û berfirehkirina dadmendiya civakî, garantîkirina ewlehiya xwarinê, bihêzkirina jin û keçan, bihêzkirina teknolojî û nûjeniyê û parastina jîngehê kir.