Rêberê inqilabê ser termê serokkomarê şehîd û hevriyên wî nimêj kir
Hezretê Ayetullah Xamineyî li zanîngeha Tehranê ser termê serokomar û hevalên wî nimêj kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilabê ser termê şehîd Ayetullah Seyda Îbrahîm Reîsî, serokê komara îslamî yê Îranê, Emîr Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê, ayetulah Alê Haşim nûnerê rêberê giranqedr li Azerbaycana Rojhilatî,Rehmetî parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û rêhevalên wî yên hêja ku di encama jordektian helîkopterê de şehîd bûn nimêj kir.Xelkê Tehranê ji saetên serê sibê ve ji bo oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê daketin qadan da ku zûtirê xwe bigjhînin kolana Inqilabê.
Pêleke mezin ji vê girseya gel ji bo nimêjê bi îmameta rêberê giranqedr ber bi Zanîngeha Tehranê ve çûn û beşeke din a xelkê jî ji bo oxirkirina termên şehîdên xizmetguzariyê ber bi Meydana Azadiyê ve diçin.
Duh jî cenazeyên van şehîdên xizmetguzariyê li Tewrêz û Qomê bi coşeke bêhempa hatin oxirkirin.