Nîsan 26, 2024 08:00 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Tenê rêya vegerandina ewlehiyê bo herêmê rawestandina çalakiyên bêewleker ên Îsraîlê ye

Emîr Seîd Îerwanî, balyoz û nûnerê dayimî yê Îranê li NY tekez kir: Tenê rêya pratîkî bo vegerandina aramî û ewlehiyê li navçê eva ye ku Konseya Ewlehiyê ya Rejîma serkêşa Israîlê neçar bike ku bi lez şer û jînosayda li Xezeyê rawestîne û çalakiyên bêewleker li navçeyê bi dawî bîne.

Emîr Seîd Îrewanî duh di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de derbarê Rewşa Rojhilata Navîn (Sûriyê) got ku rewşa mirovî li Sûriyê hîna jî  xirab e, gelê Sûriyê tûşî kêşeyên aborî yên kûr hatine û li gor  rapora dawî ya NY de, 16.7 milyon kes, ku nêzîkî  sedî 70%  xelkê Sûriyê ne, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên bilez heye, rapora NY tekez dike ku bi giştî 4.07 milyar dolar pêwîst e ji bo cihanîna tam a plana bersiva mirovî ya Sûriyê û ev pere ji bo dabînkirina hewcedariyên lezgîn ên 10,8 mîlyon mirovên mexdûr ji ava  16,7 mîlyon kesî, pêwîst e . Wî her wiha got: Raberkirina alîkariya bilez pir girîng e, lê ew ne çareseriyek demdirêj a domdar e.

Divê xebat li ser esasa nûavakirina jêrxana krîtîk, peydakirina şert û mercên ji bo vegera ewle ya penaber û awareyan û pêşdebirina proseya siyasî be, lê mixabin Amerîka û hevpeymanên wê biryar dane ku çavên xwe li ser rewşa mirovî bigrin û bernameya xwe ya siyasî li Sûriyê, berdewam bikin û ew  boykotan  wek emrazekê bikar tînin ji bo bidestxistina armancên ku nekarîn bi rêyên leşkerî û dîplomatîk pêk bînin.

 

Serepeyv