Nîsan 06, 2024 08:33 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Bila Konseya Ewlehiyê êrişa terorîstî ya koma Ceyş El-Edlê şermezar bike û erkên xwe cih bîne

Balyozê Îranê li NY piştî êrişa terorîstî ya Ceyş El-Edlê li Sîstan û Belûçistanê, bi şermezarkirina vê kiryara terorîstî ya hovane ûû kirêt ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku bi tundî van kiryarên hovane şermezar bike û tedbîrên guncaw di çarçoveya erkên xwe yên têkoşîna li dijî terorîzmê berçav bigre.

Emîr Seîd Îrewanî, sefîr û nûnerê dayimî yê Îranê li NY roja Îniyê li gorî dema herêmî di nameyekê bo Konseya Ewlehiyê û Sekreterê  Giştî yê NYnivîsî: Ev name piştî êrişa terorîstî ya kirêt û hovane ya vê dawiyê hatiye amadekirin.

Ev êrişa hovane tenê du rojan piştî êrişa terorîstî ya hovane ya rejîma Îsraîlê ser navendên dîplomatîk ên Komara Îslamî ya Îranê li paytexta Sûriyê rû da.

 Balyozê Îranê li NY got:

Mixabin di encama van kiryarên hovane yên terorîstî de 10 polîsên leheng û karmendên ewlehiyê  ji bo berevaniya ji  gelê me xwe  canê xwe feda kirin û çend kesên din jî di dema erkdariyê de birîndar bûn. 

her wiha 44 kesên sivîl jî birîndar bûn.Ji vê hejmarê 29 kes hatin dermankirin û 15 kes jî li Nexweşxaneya Çabeharê di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

 Wî her wiha got: Bi berçavgirtina kiryarên tund û terorîstî yên demdirêj ên koma têrorîst a Ceyş El-Edl ku ji aliyê hin welatên biyanî ve tê piştgirîkirin, li dijî mwelatiyên sivîl û karmendên bêguneh ên Îranê, Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji Konseya Ewlehiyê dike ku bi tundî van kiryarên terorîstî yên hovane şermezar bike û  tedbîrên guncaw li gorî berpirsiyaryên  xwe yên ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê bi her şêweyê wek ku yekitiyacidî  û helwesta  konseya ewlehiyê di daxuyaniya çapemeniyê ya 16ê Kanûna 2023an  hatiye nîşan dan, berçav bigre. 

Îrewanî got: Komara Îslamî ya Îranê ku rasterast tûşî dûhatên xirab ên terorîzmê bûye, li ser pêbendbûna xwe ya bênavber ji bo rawestana li himber vê belayê rijd e. 

 Em rijd in li ser berevaniya ji  gelê serbilind û hêja yê Îranê û parastina ewlehiya welatên cîran ji metirsiya van komên terorîst.

 

 

 

Serepeyv